Danûstandinên şandeya HDP'ê yên li Başûrê Kurdistanê didomin
Şandeya HDP'ê danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Şande duh êvarê bi Alîkarê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Dr. Berhem Salih re li Hewlêrê rûnişt.
Şandeya HDP'ê danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne. Şande duh êvarê bi Alîkarê Duyemîn ê Sekreterê Giştî yê YNK'ê Dr. Berhem Salih re li Hewlêrê rûnişt.
Şandeya HDP'ê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş, ku Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besîme Konca, Alîkara Hevserokên Giştî Fatma Kûrtûlan, Alîkarê Hevserokên Giştî û Parlamenterê Wanê Nadîr Yildirim, Parlamenterê Stenbolê Celal Dogan, Parlamenterê Amedê Îmam Taşçier, Parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamenterê Amedê Nîmetûllah Erdogmûş, Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, endamê Meclîsa Partiyê Abdullah Alagoz pêk tê, danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê didomîne.
Li gorî agahiyan, di hevdîtinên heta niha hatine kirin de rewşa dawî ya siyasî li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn hatiye nirxandin û ji bo ewlekirina destketiyên gelê Kurd işaret bi girîngiya hevdîtinên bi vî rengî hatiye kirin.
Şandeya HDP'ê duh li Hewlêrê bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û rayedarên partiya PDK'ê re rûniştibû. Wê îro jî bi Serokwezîr Nêçirvan Barzanî, rayedarên PDK, Komala Îslamî û Yekgirtû Îslamî re hevdîtinê bike.
Piştî serdanên îro yên li Hewlêrê wê şande derbasî Silêmaniyeyê bibe û li vir jî 2 rojan hevdîtinan bike.