Serjimariya li bajarên Kantona Cizîrê dest pê kir

Li bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir, Serêkaniyê û Zirgan ên Kantona Cizîrê, îro saet di 08:00 de sermijariyê dest pê kir.

Serjimarî ji aliyê mamosteyên ser bi Desteya Perwerdeyê û endamên komînê ve tê kirin.

Endamê Komîteya Serjimariyê Azad Mihemed li ser xebaten serjimariyê agahî da û diyar kir, serjimariya saet di 08:00 de dest pê kir, heta niha bi rengekî serketî dewam dike. Mihemed da xuyairin, ku ew karê sermijariyê kontrol dikin û heta biqede jî wê bişopînin.

Mihemed anî ziman, gel ji sermijariyê razî ye û destnîşan kir, ku piştî demeke dirêj meşandina karekî bi vî rengî pêwîst bû.

...