Bernameya komxebata KNK'ê ya li ser Başûrê Kurdistanê eşkere bû
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê, di 24-25'ê Îlonê de li Kerkûkê komxebatekê organîze dike. Bernameya vê komxebatê eşkere bû.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê, di 24-25'ê Îlonê de li Kerkûkê komxebatekê organîze dike. Bernameya vê komxebatê eşkere bû.
Di daxuyaniya KNK'ê ya li ser mijarê de hat ragihandin, ku KNK ji bo çareserkirina pirsgirêkên li hemû parçeyên Kurdistanê ji sala 2011'an û vir ve komxebatên bi vî rengî lidar dixe û hat gotin, "Girîng e Kurd pirsgirêkên xw çareser bikin û li ser bingeha neteweyî konsepteke çareseriyê bafirînin."
KNK'ê diyar kir, komxebata destpêkê ya li ser rewşa giştî ya li Kurdistanê, di Îlona 2011'an de li Brukselê pêk hat û wiha dewam kir: "Di sala 2012'an de li Parlamenta Fransayê li ser rewşa Rojva û Sûriyeyê, di sala 2014'an de li Swêdê me li ser rewşa Rojhilatê Kurdistanê komxebatek lidar xist. Vê carê jî em li Başûrê Kurdistanê komxebatê pêk tînin."
Nûnerên partiyên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, rêxistinên jin û ciwanan ên ji gelemperiya Kurdistanê tevlî komxebatê bibin. KNK'ê bernameya vê komxebata du rojan eşkere kir:
BERNAMEYA DU ROJAN
Roja ewilî (24'ê Îlonê) saet di navbera 10:00-11:00 de wê piştî deqeyeke rêzgirtinê Waliyê Kerkûkê Necmettîn Kerîm bi xêrhatina mêvanan bike û piştre Hevserokên KNK'ê wê baxivin.
Saet di navbera 11:00-13:00 de wê beşdar û partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê li ser tespîta pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê analîzan bikin.
Saet di 16:30 de wê komxebat bi axaftina beşdaran a li ser pirsgirêkên li Başûr bidome.
Saet di navbera 17:15-19:15'an de wê beşdar û nûnerên partiyên siyasî têkildarî poîzyona Başûrê Kurdistanê ya li nava hevsengiyên Rojhilata Navîn bipeyivin.
Roja duyemîn (25'ê Îlonê) wê komxebat saet di navbera 09:00-11:00 de bi axaftinan dewam bike.
Saet di navbera 11:00-12:00 de wê mijara rola herêma federal a Başûrê Kurdistanê di afirandina siyaseta yekîtiya neteweyî de bê nirxandin.
Saet di navbera 13:30-17:00 de wê bi nirxandinan dewam bike.
Saet di navbera 17:00-19:00 de deklarasyon wê were xwendin û erêkirin.
19:00: Girtin.