Efrînê 8 cangoriyên xwe spart axê
Cenazeyên 8 cangoriyên Cephet El Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehbayê, li Efrînê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Cenazeyên 8 cangoriyên Cephet El Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehbayê, li Efrînê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.
Ji bo wergirtina cenazeyên 8 têkoşerên Cebhet El-Ekrad û Eniya Parastina Jinên Şehbayê Medya Kênco (Arîn Efrîn), Sêran Coher (Xwînda Welat), Fîdan Bako ( Viyan Kobanê), Ayrvan Az Celabaşim (Şiyar Şervan), Şervan Mihemed (Şervan Efrîn), Seyid Medûr (Can Feda), Emîne Dawûd (Dersîm Demhat) û Mihemed Hisên (Hawar Efrîn) yên ku li gundên Şehbayê di berxwedana li dijî komên çete de jiyana xwe ji dest dan, li pêşiya Nexweşxaneya Avrîn a Efrînê li hev civiyan.
Piştî ku cenaze hatin wergirtin, welatiyan bi karwaneke ji wesayîtan berê xwe dan goristana Şehîd Seydo ya li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê. Li wir bi hezaran welatiyên navçeyê karwanê têkoşeran pêşwazî kirin.
Bi gihiştina goristanê re, cenazeyên têkoşeran li cihê merasîmê hatin bicihkirin. Paşê jî ji aliyê şervanên Cebhet El-Ekrad û şervanên Eniya Parastina Jinên Şehbayê ve merasîma leşkerî hat lidarxistin. Dûre li ser navê Eniya Parastina Jinên Şehbayê Newroz Viyan, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebdîn Şêxo û li ser navê Meclîsa Rêveber a Herêmên Şehbayê, Endamê Meclîsê Hec Rîda axivîn.
Di axaftina de qala berxwedana lehengî ya şervanan ku li hemberî êrîşên çeteyan didin meşandin û herêmên xwe diparêzin, hat kirin.
Qisekeran bal kişandin ser êrîşên artêşa Tirk ên li ser nuqteyên Erkên Xweparsatinê yên kantonê û hat gotin, Tirkiye bi êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Şehbayê dixwaze ewlehî û aramiya ku li hatiye bicihkirin, têk bibe.
Piştî ku axaftin bi dawî bûn, belgeyên şehadetê yên têkoşeran hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyên têkoşeran li ber dirûşmên ciwanan ên dilsoziya bi têkoşeran re û tilîliyên dayikan, hatin veşartin.