KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Şirnexê banga alîkariyê kir
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo gelê Şirnexê yê ji ber qedexeya derketina derve ya li bajêr li binê konan dijî, banga alîkariyê kir. -
Em ê li dijî komkujiyên dewleta Tirk bêdeng nemînin
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê qetilkirina 17 welatiyên Bakurê Sûriyeyê yên ji pêkhateya ereb ku ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin, bi tundî şermezar kir û bal kişand ser mafê xweparastinê yê gelan. -
Çeteyan 7 gundên Kurdan dagir kirin
Çeteyên pişta xwe dispêrên dewleta Tirk, 7 gundên Kurdan ên li başûrê bajarokê Marî yê li herêma Şehbayê dagir kirin. -
Wêneyên balafira li Garê ket xwarê
Parçeyên balafira li herêma Garê ji ber sedemeke ne diyar ket xwarê, hatin dîtin. Cihê ku balafir lê ket, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hat bombekirin. -
Jina Rojavayî ya bi guleyên leşkerên Tirk birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Şaha Cedan a ji ber gulereşandina leşkerên Tirk bi giranî birîndar bû, îro jiyana xwe ji dest da. -
Rewşa Çakir ê bi guleya polîsan birîndar bû, giran e
Rewşa tenduristiyê ya Iyeç Çakir, ku li Wanê ji ber gulereşandina polîsên Tirk birîndar bû, giran e. -
Koordînasyona Êzidî: Daxwaza derketina PKK'ê ji Şengalê, daxwaza komkujiyeke nû ye
Koordînasyona Civaka Demokratîk a Êzidiyan got, "Yên dixwazin PKK ji Şengalê derkeve, dixwazin fermanek din li ser civaka Êzidî pêk bînin." -
Parçeyên balafira ket xwarê di destê gerîlayên HPG'ê de ne
Li herêma Garê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirek ket. Li gorîn agahiyan, hin ji parçeyên vê balafirê di destê gerîla de ne. -
Şirnexî: Bila qedexeya derketina derve êdî bê rakirin
Şirnexiyan xwestin, qedexeya derketina derve êdî bê rakirin û gotin, ew nikarin di zivistanê de li binê konan bijîn. Şirnexiyan destnîşan kirin, ku ew ê cih û warên xwe neterikînin û banga piştgiriyê kirin. -
Li Hewlêrê, welatparêzek bi kêrê birîndar kirin
Li Hewlêrê, kesên nediyar li welatparêzekî nêzî Tevgera Azadî dan û bi kêrê ew birîndar kirin. -
'Em naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li axa me bin'
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Babê Soro Tirkmen nerazîbûneke tund nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê da. Tirkmen got, "Em naxwazin dewleta Tirk û çeteyên wê li axa me bin." -
Li Garê balafira şer a Tirk hate xistin
Li gor Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê li qada Bergarê ya Garê danê êvarî balafirek şer a Tirk hatiye xistin. -
Topgaç ê DBP’yî hate girtin
Endamê Meclîsa Şaredariya DBP’ê yê navçeya Ebex Habîp Topgaç ê ku hatibû binçavkirin, bi biryara dadgehê hate girtin. -
Li Dersimê ji bo 31 herêman qedexeya bi 6 mehan
Li Dersimê bi biryara Walîtiyê li 31 herêmên giştî yên bajêr bi îdiaya “ Herêmên ewlekariyê demkî ya leşkerî” qedexeya bi 6 mehan hate îlankirin. -
Li Kobanê 13 şervan hatin oxirkirin
Bi hezaran welatiyên Kobanê cenazeyên 13 şehîdên ku 11ji wan di berxwedaniya Girê Şehîd Xabûr de jiyana xwe ji des dabûn, oxirk kirin. -
Li Êlihê karkeran ‘Qeyûm’ protesto kirin
Endamên Genel-îş, desteserkirina qeyûman a li ser şaredariyan bi çalakiyekê protesto kirin. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Beko yê ku beşdarî çalakiyê bibû diyar kir ku ‘ti cudahî di navbera AKP’ê û darbekaran’ de nîne. -
Leşkerên Tirk li ser sînor qetlîam kirin: 17 welatiyên sivîl qetil kirin
Leşkerên Tirk 2 kes qetil kir. Di 2 rojên dawî de jimara kesên ku ji aliyê leşerên Tirk ve hatine qetilkirin gihişte 17’an. -
PDK li Hewlêrê zext û gefan li welatiyên Bakurê Kurdistanê dike
Di necama zextên dewleta Tirk de, Kurdên ku ji Bakûrê Kurdistanê koçî Başûrê Kurdistanê bûne, derket holê ku cihên wan ên kar hatine girtin û gefên ku wê radestî Tirkiyeyê bên kirin dike. -
Rustem Cûdî li ser gora xwe bi merasîmekî heybet hate bîranîn
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Rustem Cûdî, di 5. salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe bi beşdariya hezaran kesî bi merasîmekê hate bîranîn. -
YPG’ê nasnameya 26 şervanên xwe yên ku li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir
Navena Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 26 şervanên xwe yên ku di berxwedana Serêkaniyê ya Buhara 2015’an de ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê têkoşînekî mezin kirin û jiyana xwe ji dest dan eşkere kirin. -
10 kes li Xinûsê hatin girtin
Li Xinûsê ji 34 kesên hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin. -
Li Cizîrê 14 kes hatin biçavkirin
Li Cizîrê Nûrerê ÎHD’ê Pûsat jî di nav de 13 kes hatin binçavkirin. -
Gerîlayan derbeyên giran li dagirkeran da: 31 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA Starê di serî de Şirnex û Mêrdîn, li gelek bajaran derbeyên giran li artêşa Tirk dan. Di çalakiyên gerîlayan de 31 leşker hatin kuştin, gelek çek û cebilxane jî hate desteserkirin. -
YPG: Leşkerên Tirk li Girê Spî 9 sivîl qetil kirin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, di êrîşên duh ên artêşa Tirk ên li Girê Spî de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest dane, ku 6 ji van zarok in. -
Çete topan davêjin gundên Şehbayê
Komên çete bi çekên giran û topan êrîşî gundên Um El Hoş û Um El Qura yên herêma Şehbayê dikin.