10 kes li Xinûsê hatin girtin

Li Xinûsê ji 34 kesên hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.

Li Xinûsê ji 34 kesên hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin.

Li navçeya Xinûsê ya Erziromê di 20'ê Îlonê de leşkerên Tirk bi ser malan de girtîbûn û 34 kes binçav kiribûn. Ji 34 kesên ku 7 roj berê hatibûn binçavkirin 24 kes serbest hatin berdan û 10 kes jî hatin girtin. Duh 22 kes li dozgeriyê serbest hatin berdan û 12 kes jî îro derketin pêşberî edliyeyê. 12 kesên ku nûçegîhanê ajansa DÎHA Mensur Kuçukkarga û Turan Oruç jî di nav de serbest hatin berdan û kesên bi navê Serhat Akduman, Enes Akduman, Harun Gul, Harun Sonmez, Ramazan Taş, Murat Kalkan, Yilmaz Gulçiçek, Baver Fırat, Selahattin Handanoglu û Serhat Çetin Kaya ku bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.

10 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.