Li Hewlêrê, welatparêzek bi kêrê birîndar kirin

Li Hewlêrê, kesên nediyar li welatparêzekî nêzî Tevgera Azadî dan û bi kêrê ew birîndar kirin.

Berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên da xuyakirin, kesekî bi navê Hewrê Kurdî yê nezî tevgera wan e, danê êvarê bûye hedefa hin kesên nediyar û ji ber derbên kêrê birîndar bûye. Hisên ev êrîş şermezar kir û destnîşan kir, ku êrîşên bi vî rengî wê nikaribin bi wan.

Hisên her wiha ragihand, Asayîşa Hewlêrê bang li kesên tevlî çalakiyên meş û daxuyaniyên çapemeniyê bûne dike û gefê li wan dixwe. Tara Hisên diyar kir, li herêmên PDK lê ne, xebatkarên wan dibin hedefa zexta giran û tên astengkirin.

Hisên da zanîn, ku li Hewlêrê rojnamevan û saziyên çapemeniyê jî hedef tên girtin û herî dawî nûçegihanên televîzyona NRT bûne hedefa êrîşa asayîşê.

...