Li Êlihê karkeran ‘Qeyûm’ protesto kirin

Endamên Genel-îş, desteserkirina qeyûman a li ser şaredariyan bi çalakiyekê protesto kirin. Serokê Giştî yê DÎSK’ê Beko yê ku beşdarî çalakiyê bibû diyar kir ku ‘ti cudahî di navbera AKP’ê û darbekaran’ de nîne.

Desteya Rêveberiya Genel-îş/DÎSK’ê, li Êlihê têkildarî desteserkirina qeyûman a li ser şaredariyan daxuyaniyek da.

Di çalakiya ku Serokê Giştî yê DÎSK’ê û Desteya Rêveberiya Giştî beşdar bûn de, Serokê Giştî yê Genel-îş Remzî Çaişkan daxuyanî da.

Çalişkan diyar kir ku ew hewldana darbeyê şermezar dikin û wiha got: “Bi qeyûman desteserkirina şaredariyan hewldanekî demê ya darbekarane û bi esasî darbe li dijî vîna gel e.”

DAXWAZ

Çalişkan daxwazên xwe wiha rêz kir:

“Divê Rewşa Awarte bi dawî bibe, divê dawî li her cure polîtîkayên otorîter bînin.

Divê dawî li qeyûman bînin û cihên ku qeyûm hatine wezîfedarkirin divê radestî kesên ku bi vîna gel hatine hilbijartin bikin.

Divê dawî li hemû hewldanên antîdemokratîk ên bi KHK’ê re pêk hatin bînin, yên ku bê hiqûq û bê maf ji kar hatine derxistin û ji peywirê hatine dûrxistin, erka wan îade bikin.

Hemû hewldanên gef, zextên li ser karkerên xebatkarên şaredariyê û di serî de li ser endamên sendîkaya me bi dawî bikin.”

BELO: KERÊ DERBEKARAN DIKE!

Serokê Giştî yê DÎSK’ê Beko jî wiha got: “Desthilatdariya ku digot em li dijî darbeyê ne, li welat demokrasî pêşxist? Li welat û cîhaê dev ji polîtîkayên şer berda aştî anî? Na! Darbekaran çi dixwest bikin, heman tiştê dikin. Qiqûq, mafê mirovan ên gerdûnî û heta demokrasiya perlementeriyê zeft kir. Li şûna ku Meclîsa ku hate bombekirin xurt bike lewaztir kir.