Li Garê balafira şer a Tirk hate xistin
Li gor Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê li qada Bergarê ya Garê danê êvarî balafirek şer a Tirk hatiye xistin.
Li gor Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê li qada Bergarê ya Garê danê êvarî balafirek şer a Tirk hatiye xistin.
Li gor nûçeya ajansê ya dispêre çavkaniyên herêmî; îro saet nêzî 20.30’an de li qada Bergarê ya Herêma Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê balafirek hatiye xistin. Çavkaniyan diyar kirin ku di heman saetan de balafirên şer qad bomberdûman kirine, ragihandin ku ya ketî îhtîmalek gelekî mezin balafirek şer e.