KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parêzeran li Celleyê qala tecrîdê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo vegotina tecrîda giran, li bajarê Celle yê Elmanyayê civîna gel lidar xistin. -
'Em piştgiriyeke xurt bidin qadên xwerêveberiyê'
Hevserokê Komeleya Alîkariya Rojava Mûstafa Ocakli destnîşan kir, ku bi hatina zivistanê re divê piştgiriya ji bo qadên xwerêveberiyê were zêdekirin û banga alîkariyê kir. -
Hevşaredarên Depê hatin girtin
Hevşaredarên navçeya Dep a Elezîzê Cennet Ayik û Bûrhan Kocaman hatin girtin. -
PKK'ê nasnameya gerîlayekî di 1995'an de jiyana xwe ji dest da eşkere kir
Komîteya Rêveber a PKK'ê, nasnameya Alî Ozkan (Xeyrî Apê Mûsa) yê di sala 1995'an de li herêma Botanê di şer de jiyana xwe ji dest da, eşkere kir. -
Siyasetmedarên li Rimêlanê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP'ê yên li ser çapemeniyê dan
Beşdarên platforma li ser siberoja demokratîk a Sûriyeyê, êrîşên AKP'ê yên li ser çapemeniyê şermezar kirin. Siyasetmedaran diyar kirin, çapemeniya azad wê her tim hebe û gotin, êrîş bi berxwedan û têkoşîneke hevpar dikarin bên şikandin. -
'AKP ji bo qelsî û gunehên xwe binixumîne êrîşî medyayê kir'
Xebatkarên televîzyona Kirkuk a li Başûrê Kurdistanê gotin, "AKP ji bo qelsî û gunehên xwe binixumîne êrîşî medyayê dike, lê belê wê bi ser nekeve." Xebakaran ji bo televîzyonên hatin girtin, banga piştgiriyê kirin. -
Guven: Rewşa heyî, darbeya faşîst a 12'ê Îlonê jî derbas kiriye
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven da xuyakirin, ku tecrîda li ser Ocalan hê jî dewam dike û nerazîbûneke tund nîşanî pêkanînên derveyî qanûnî yên AKP/Qesr da. -
Artêşa Tirk bejahiya Lîcê bombe dike
Artêşa Tirk bejahiya gundên girêdayî Licê ya Amedê bomberdûman kir. -
Ji gerîlayan li dijî baregeha leşkerî çalakî
Gerîllayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî barageha leşkerî çalakiye li dar xistin. Di çalakiyê de herî kêm leşkerek mir,5 leşker jî birîndar bûn. -
Artêşa Tirk zarokek qetilkir, li gel dayîk û bavê wê 4 sivîl jî radestî çeteyên El-Nusra kirin
Artêşa Tirk a dagirker zaroka bi navê Rûheyv qetilkiri, li gel bav û dayîka wê ya birîndarkirin,4 kesên sivîl jî radestî çeteyên Cebhet El-Nusra kirin. -
Li Depê yên ku hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin
Li Depê yên ku di 29’ê Îlonê de hatinbûn binçavkirin û ji 13 kesên ku di nav de hevşaredarên Depê Bûrhan Kocaman û Cennet Ayik jî heye, sewqî dozgeriyê hatin kirin. -
YPG’ê bersivên êrîşên çeteyan da
Çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser çeperên YPG’ê yên li nendava Tişrînê û Şeddadê. Şervanan jî bersivên tund da êrîşa çeteyan. -
Xizmên nebediyan bi çalakiya xwe piştgirî dan TV'iyên hatine girtin
Li Amed û Êlihê Şaxên ÎHD û xizmên nebediyan di hefteya 399'an de carek din li aqûbeta nebediyan pirsîn. Xizmê nebediyan û parazvanê mafê mirovan piştgirî dan TV û radyoyên hatin girtin û banga piştgiriya van weşanan hat kirin. -
Di platformê de li ser tecrûbeyên xweseriya demoratîk gotûbêj tên kirin
Di Komxebata Nîqaş û Diyaloga Sûriyeya Demokratîk de, li ser ceribandinên rêveberiya xweser a demokratîk hate rawestandin. Nirxandinên li ser rêbazên xwerêveberiyê demokratîk a di demê borî de hatin jiyîn hate rawestandin. -
Li rêya Colemêrg-Wanê 7 leşker hatin kuştin
HPG’ê da xuyakirin ku li rêya Colemêrg-Wanê, 30’ê Îlonê gerîlayên HPG’ê li nêzî gundê Bêlatê li dijî leşkerên ku rê kontrol dikirin çalakiya sabotajê li dar xistin û 7 leşkerên piyade hatin kuştin. -
‘Êrîşên AKP'ê yên li ser çapemeniyê dide nîşandan ku em li ser rêya rast in’
Rêveberiya Heftenameya Rojev Mexmûr Dîlan Şeval a şopdarê Rojnaven Deniz Firat diyar kir, her ku diçe êrîşên li ser çapemeniya azad zêde dibin û got; “Ev êrîş careke din dide nişan ku bê çi qasî li ser rêya rast û heqîqetê dimeşin.” -
Li Rimêlanê civîn didome: Siberoja wê ya gelên Sûriyeyê be!
Li Rimêlanê civîna ku tê de kêşeyên gelên Sûriyê û siberoja wê tê nîqaşkirin berdewam dike. Delegeyan gotin, ‘’Em ji bo Sûriyeyeke nû û demokratîk dixebitin.’’ -
Dîmenê çalakiya li dijî qereqola Bezokê
Gerîlla TV, dîmenê çalakiya ku 24’ê Îlonê li dijî qereqola Bezokê ya li qada Şemzînan a Colemêrgê hate lidarxistin weşand. -
Hîmê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li Rimêlanê ye
Civîna hêzên ku ji bo Sûriyeyeke Demokratîk û azad têdikoşin ya li bajaroka Rimêlanê ya li Girkê Legê yê Rojava di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. -
Li Minbicê depoya çeteyan a teqemeniyê hat dîtin
Hêzên Asayîşa Minbicê 20 ton top û madeyên teqemeniyê yên ku çeteyên DAIŞ`ê depo kiribûn, dîtin. -
Dogu Radyo jî hat mohrkirin
Di çarçoveya sepanînên OHAL'ê de Dogu Radyo jî di nav de 11 radyo û 12 televîzyon hatin girtin. Deriyê Dogu Radyoyê ya ku hat girtin, hat mohrkirin. -
Civîna şirîkên hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji ber nûnerê PDK’ê ne amadebû hat taloqkirin
Civîna Tevgera Goran, YNK, PDK, Yekgirtûya Îslamî û Komeleya Îslamî yên di nava hikûmeta Herêma Kurdistanê de cih digirin, ji ber nûnerê PDK’ê ne amade bû, hat taloqkirin. -
Di roja duyemîn de Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê dest pê kir
Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê di roja duyemîn de li bajarê Rimêlanê dest pê kir. -
Cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Şervan li Dirbesiyê hat veşartin
Gelê Dirbesiyê û Serekaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Şervan spartin axê. -
Dewleta Tirk li 13 gundên Licê û Hênê qedexe îlan kir
Dewleta Tirk li 13 gundên Licê û Hênê yên Amedê ‘qedexeya derketina derve’ îlan kir.