'AKP ji bo qelsî û gunehên xwe binixumîne êrîşî medyayê kir'
Xebatkarên televîzyona Kirkuk a li Başûrê Kurdistanê gotin, "AKP ji bo qelsî û gunehên xwe binixumîne êrîşî medyayê dike, lê belê wê bi ser nekeve." Xebakaran ji bo televîzyonên hatin girtin, banga piştgiriyê kirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
yekşem, 2 kewçêrê 2016, 07:12
Nerazîbûna li AKP/Qesrê, ku gelek qenalên televîzyon û radyoyê yên Kurdan û mûxalîfan girt, zêde dibe.
Xebatkarên televîzyona Kirkuk a li Başûrê Kurdistanê weşanê dike, zext û zordariya AKP'ê ya li ser medyayê şermezar kirin.
Ji nûçegihanên televîzyona Kirkukê Erdelan Xerîb da xuyakirin, ku AKP dixwaze welatekî welê ava bike, ku karibe li vî welatî hukmê li ser her kesî bike. Xerîb got, "Divê ti kes êrîşên li ser çapemeniya azad qebûl neke. Li dijî faşîzma Erdogan, girîng e gelê me û xebatkarên çapemeniya azad bi hev re tevbigerin. Dibe ku dor were parlamenteran. Pêwîste parlamenterên Kurd neçin parlamentê."
'DIVÊ HER KES LI DIJÎ VAN ZEXTÊN FAŞÎZAN BI HEV RE TEVBIGERE'
Ji nûçegihanan Mihyedîn Omer jî destnîşan kir, ku AKP ji bo qelsî û gunehên xwe binixumîne êrîşî çapemeniya azad dike. Omer got, "AKP, ji bo êrîşa siyasî ya li dijî Kurdan binixumîne, êrîşî çapemeniya azad dike. Yên dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin, di heman demê de dixwazin dengê mirovên demokrasî û azadiyê dixwazin, bibirin. Lazim e her kes li dijî van zextên faşîzan bi hev re tevbigere."
Nûçegihan Şivan Mihemed jî got, "Ev darbe Sykes Pîcot a duyemîn e. AKP û alîgirê wê dixwazin Kurdan û dostên wan tine bikin. Bi girtina qenalan re hewl tê dayîn qelsî û pêkanînên gengaz ên AKP'ê werin nixumandin. Lazim e her kes li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike."
'WÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN'
Ji nûçegihanên televîzyona Kirkukê Xebat Necmedîn jî nerazîbûn nîşanî êrîşa AKP'ê ya li dijî çapemeniyê da û got, "Ji Erdogan û AKP'ê heye ku dikarin Kurdan ji têkoşînê vegerînin, lê belê xwe dixapînin. Erdogan nikare xebatên çapemeniyê bisekinîne. Berê jî bi gelek rê û rêbazan ev yek hat ceribandin. Ti ji van bi ser neketin. Bomberdûman kirin, siyasetmedar girtin, dest danîn ser şaredariyan û niha jî hewl didin çapemeniya azad bêdeng bikin. Lê wê bi ser nekevin."