Cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Şervan li Dirbesiyê hat veşartin
Gelê Dirbesiyê û Serekaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Şervan spartin axê.
Gelê Dirbesiyê û Serekaniyê cenazeyê şervanê YPG’ê Azad Şervan spartin axê.
Şêniyên bajarê Dirbesiyê ji bo oxirkirina cenazeya têkoşer Azad Şervan (Zên-Eldîn Sason) li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn. Gel piştî ku cenazeya têkoşer Azad Şervan ê ku 27`ê Îlonê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dabû ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serekaniyê hildan, ber bi goristana Şehîd Rûstem Cûdî ve çûn.
Piştî ku şêniyên bajarê Dirbesiyê û Serekaniyê gihiştin goristana Şehîd Rûstem Cûdî, şervanên YPJ/YPG`ê merasîma leşkerî li dar xistin.
Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Xelîl Cewher, bi navê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahid Hesen, bi navê malbata têkoşer Azad Şervan Dîdim Şervan axivîn.
Di nava axaftinan de hate gotin ku ew fermandarên manewî ne û sersaxî ji malbatê re hate xwestin. Hate gotin ku deskeftiyên Rojava bi fedakariya şervanên ku li ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşiyane hatine avakirin.
Şervanan cenazeyê hevalê xwe bi berzkirina dirûşmeyan spartin axê.