KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balafirên şer ên Tirk Qendîlê bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk ji saet 19.45’an ve ji Herêmên Parastinê yên Medyayê Herêma Qendîlê bomberdûman dikin -
Piştî 101 rojî û şûn de malbatê cenazeyê Ataş wergirt
Cenazeyê şervana BOG’ê Eylem Ataş a ku di pêngava rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da û 101 rojan li sînor hate rawestandin, ji hêla malbatê hate wergirtin. -
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li Çelê hate weşandin
Gerîla TV, dîmenê çalakiya sabotajê ya di 25’ê Îlonê de li gundê Dawûşa ya Çelê hatibû lidarxistin weşand. -
Qeyûmê, ji şaredariya Sûrê 4 alîkarên hevşaredaran ji wezîfeyê girtin
Şaredariya Sûr a Amedê ya ku bi biryara KHK’ê qeyûm hate wezîfedarekirin 4 alîkarên hevşaredarn ji wezîfeyê girtin. -
Çete bi hewanên kîmyemî êrîşî gundê Um El-Hoş dikin
Çeteyên DAIŞ’ê bi hewanên kîmyewî êrîşî gundê Um El-Hoşê dikin. -
HPG: 12 leşker û 4 JOH hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê bênavber didome. Di çalakiyan de 12 leşker û 4 JOH hatin kuştin. -
TKP/ ML TIKKO li Dersîmê çalakî li dar xist: 2 leşker hatin kuştin
Fermandariya TKP/ ML TIKKO ragihand ku duh li Derbenda Elî li dijî hêzên dewleta Tirk çalakî li dar xistine û 2 leşker hatine kuştin. -
YPS: Di ketin û derketinên Cizîr û Silopiyayê de xendek tên kolandin
YPS’ê ragihand ku çeteyên Qesrê di ketin û derketinên Cizîr û Silopiyayê de xendekan dikolin. YPS’ê da xuyakirin ku bi çeteyên ku ewlehiya Girtîgeha Şirnexê pêk dianîn şer rû daye. -
Cenazeyên şehîdên komkujiya Hesekê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyan kantona Cizîrê cenazeyên 21 şehîdên Komkujiya Hesekê li goristana gundê Şercî spartin axê. -
Parlamenterê Iraqê: Divê PKK bimîne, artêşa Tirk derkeve
Parlamenterê Iraqê Mihemed Osman xwest, artêşa Tirk ji Iraqê bê derxistin. Osman her wiha got, "Mafê kesî nîne ku bixwaze PKK ji Iraqê derkeve." -
Cenazeyê Şarik Apo hat veşartin
Cenazeyê hunermend Şarik Apo li gundê xwe hat veşartin. -
Çawişên pispor ên dîl hatin girtin ji ANF'ê re axivîn
Çawişên pispor Umît Gicir û Mevlut Kahvecî, ku li Çelê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve dîl hatin girtin, bang li siyasetmedaran û malbatên xwe kirin: "Ji bo xwîn bes birije, bikevin nava tevgerê." -
Li Edeneyê binçavkirin, li Wanê girtin
Operasyonên qirkirina siyasî yên ji aliyê AKP/Qesrê ve tên meşandin, dewam dikin. Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin. Li Wanê jî Hevserokê MEYADER ê Wanê hat girtin. -
Xeleka destpêkê ya fedayiyên Kobanê: Botan Soro
Botan di sohbeteke bi şervanan re bombeyan destan nîşan da û got: "Yê ku di dema pêwîst de nikaribe pîmê vê bikişîne, divê ne bi me re be. Bi tenê palika çavê me jî bilive, divê em teslîmî dijmin nebin." -
YRK: Gerîlayê me bi rêya komployekê şehîd xistin
Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kuridstanê (YRK) bi daxuyaniyekî fermî ragihand, ku gerîlayên wan ên li navçeya Selas Bawecanî ya Eyaleta Kirmanşanê bi rêya komployekê hatine şehîdxistin. -
Gerîlayên li Çarçela: Em ê têkoşînê bi ser bixînin
Gerîlayên Kurdistanê yên li Çarçelayê gotin, "Em ê têkoşînê bi ser bixînin û azadiyê misoger bikin." -
CRA: Meha Îlonê ji bo çapemeniyê bû 'meha darbeyê'
CRA li ser zext û zordariya di meha Îlonê de li xebatkar û saziyên çapemeniyê hatin kirin, raporek amade kir. -
Li kampa Etmayê teqîn: Zêdeyî 20 kes mirin
Li kampa Etmayê ku li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye, dema çeteyên ser bi Tirkiyeyê nobed pev diguherandin, êrîşeke bombeyî hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 20 çete hatin kuştin. -
Axta: Sîstema federal siberoja azad a Sûriyeyê ye
Alîkarê Hevserokê Desteya Rêveber a Kantona Cizîrê Kamîl Axta diyar kir, ji bo çareserkirina krîza li Sûriyeyê, ne hêzên derve, ne jî kesên xwe weke mûxalefeta Sûriyeyê bi nav dikin, projeyekê nîşan nadin. -
Gerîla Germîgî: Dewlet leşkerên mirî ji civakê vedişêre
Şevger Germîgî yê ji leşkeriya Tirk reviya û tevlî nava refên gerîla bû, got "Di her şerî de gelek kuştiyan dide. Dewlet vê yekê ji civakê vedişêre." -
Li dijî TOMA ya li deriyê Walîtiya Amedê çalakî
Li dijî yekîneya nobetê ya polîsan ku li derdora deriyê pişt ê Walîtiya Amedê bûn, çalakî hate lidarxistin. Hate ragihandin ku polîsek birîndar bûye. -
Li Amedê li dijî TOMA’ya li ber deriyê ketina Walîtiyê çalakî
Li Amedê li dijî tîma polîsên li ber deriyê ketina Walîtiyê çalakiyek hate lidarxistin. Hat diyarkirin ku di çalakiyê de polîsek birîndar bûye. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe yê ku 28’ê Îlonê de encama teqîna mayînê de gihişte şehadetê eşkere kir. -
Xebatkarên Van TV û Radyoya Dogû di roja 6. a nobedê de ne
Xebatkarên Van TV û Radyoya Dogû ya ku hatin girtin di roja 6. a nobedê de ne. -
Erdemîr a ku ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatibû qetilkirin hate veşartin
Radîfe Erdemîr ku di encama bombekirina balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dayî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.