BI DÎMEN

Parlamenterê Iraqê: Divê PKK bimîne, artêşa Tirk derkeve

Parlamenterê Iraqê Mihemed Osman xwest, artêşa Tirk ji Iraqê bê derxistin. Osman her wiha got, "Mafê kesî nîne ku bixwaze PKK ji Iraqê derkeve."

Parlamenterê Parlamenta Iraqê yê ji lîsteya YNK'ê Mihemed Osman li ofîsa xwe ya li Kerkûkê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Osman li ser hêzên ku li dijî PKK'ê dest bi kampanya reşkirinê kirine û hebûna îllegal a artêşa Tirk li ser axa Iraqê, daxuyanî da.

Osma got, "PKK hêzeke bi bandor a li herêmê ye. PKK li her cihê lê şer dike, derbê li DAIŞ'ê dixe û DAIŞ'ê dişikîne. PKK'ê li Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê şehîd daye. Mafê kesî nîne ku rabe ji PKK'ê re bêje ji Iraqê derkeve."

'DIVÊ SPASIYA PKK'Ê WERE KIRIN'

Osman got, "Hin aliyên siyasî ji bo berjewendiyên xwe daxuyaniyên sosret didin û dibêjin divê hêzên HPG'ê ji Başûrê Kurdistanê derkevin. Ev daxuyanî ne yên qebûlkirinê ne" û wiha dewam kir: "Ev hêz ew hêz in, ku naxwazin PKK tevlî operasona Mûsilê bibe. Me jî pêwîstî pê dît, ku bersivê bidin van hêzan."

Daxuyaniya Mihemed Osman bi vî rengî dewam kir:

"HPG hêzeke bi bandor e li herêmê. Ev du sal in li dijî rêxistina terorê DAIŞ'ê şer dike. Li eniyên şer, li herêmên Rojava û Başûrê Kurdistanê planên DAIŞ'ê pûç kiriye.

Ev hêzên dijberiyê dikin, li şûna ku têkoşîna PKK'ê ya li dijî DAIŞ'ê reş bikin, divê mîna hikûmeta Iraqê spasiya PKK'ê bkin.

Pêwîste hebûna hêzên Tirk li ser axa Iraqê weke 'hêza dagirker' bê pênasekirin û helwestek li dijî vê bê nîşandan.

Lazim e destek ji hikûmeta Iraqê re bê dayîn ji bo hêzên Tirk ji nava axa Iraqê bên derxistin.

Van hêzan diviyabû li ber Tirkiyeyê rabûna, ku xaka Iraqê weke xaka xwe bi kar tîne."