Gerîlayên li Çarçela: Em ê têkoşînê bi ser bixînin

Gerîlayên Kurdistanê yên li Çarçelayê gotin, "Em ê têkoşînê bi ser bixînin û azadiyê misoger bikin."

Êrîşên hêzên dagirker ên Tirk ên li sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê, ji aliyê hêzên gerîla ve tên pûçkirin. Dewleta Tirk di payîza 2015'an de bi bîst hezar hêza xwe ya taybet a perwerdekirî û teknîka xwe da xwe bigihîne Çarçela. Hêzên gerîla ev êrîşên dewleta Tirk pûç kiribûn. Çarçela yek ji cihên herî dijwar ên erdnîgariya Kuristanê tê naskirin. Piraniya salê, serma zivistanê li vir heye. Di havînê de jî germa li Çarçela 3-4 pile ye. Gerîlayên azadiyê di nava van şert û mercan de 24 saetan têdikoşin û derbên giran li artêşa Tirk dixin. Gerîlayên li ser serê çiyayê Çarçela ne, ji ANF'ê re axivîn.

ÇEKDAR Ê JI HELEBÇEYÊ HATIYE

Yek ji van gerîlayan Çekdar Gulan e ku ji bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê hatiye û tevî emrê xwe yê ciwan li çeperên herî pêş e. Gulan dibêje, ji bo hilanîna tola hemû komkujiyan ew bûye gerîla: "Em ê heta dawiyê şer bikin. Dijmin heta jê tê bila teknîkê û hêza xwe bi kar bîne. Lê em ê ji sekna xwe ya bi biryar tawîzê nedin. Ji bo em layiqî hevalên xwe yên par li van çeperan bi lehengî şer kirin û şehîd bûn, em ê têkoşîna wan bi ser bixînin. Li her çiyayekî Kurdistanê bîranîna bi hezaran hevalan heye. Heta ku dijminekî bi tenê jî li vê derê nemîne, em ê şer bikin."

'JI BO BOTANÊ'

Zagros Cûdî yê ji Silopiyayê di emrekî ciwan de tevlî nava refên gerîla bû. Dibêje, ji bo kesayetiya berxwedêr a Botanê ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bike: "Dewleta Tirk nêzî salek e bi teknîka xwe li herêma Çarçela dixe. Ev êrîşên wan li pêşberî berxwedana gerîla bê encam man. Dijmin çiqasî bi teknîkê bomberdûmanê dike bila bike, em ê gavekê jî bi paş ve navêjin. Ji bo bicihanîna soza me dane hevrêyên xwe yên şehîd bûne, em ê bi xurtî şer bikin."