CRA: Meha Îlonê ji bo çapemeniyê bû 'meha darbeyê'

CRA li ser zext û zordariya di meha Îlonê de li xebatkar û saziyên çapemeniyê hatin kirin, raporek amade kir.

Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) li ser zext û zordariya di meha Îlonê de li xebatkar û saziyên çapemeniyê hatin kirin, raporek amade kir û ji raya giştî re eşkere kir.

Di raporê de hat destnîşankirin, ku meha Îlonê ji bo çapemeniyê bûye 'meha darbeyê' û hat gotin, "Di nava vê mehê de 18 rojnamevan hatin binçavkirin, 11 ji van hatin girtin. Pasaportên 46 rojnamevanan hatin betalkirin û derketina derveyî welat li wan hat qedexekirin."

Di raporê de hat ragihandin, polîsan avêtin ser 5 saziyên çapemeniyê û hat gotin, "Ji ber ku xwedî li rojnameya Ozgur Gundemê derketin, 27 rojnamevan ketin ber lêpirsînê û doz li wan hat vekirin. Di nava vê mehê de 12 qenalên televîzyonê, 11 qenalên radyoyê weşana 23 saziyan hat birîn."