Cenazeyê Şarik Apo hat veşartin

Cenazeyê hunermend Şarik Apo li gundê xwe hat veşartin.

Cenazeyê hunermend Şarik Apo (Abdurrahman Seçer ê li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji ber nexweşiya kezebê jiyana xwe ji dest da, li gundê Kelxasî yê navçeya Dara Hênê yê Çewlikê hat veşartin.

Di merasîma veşartina cenaze de rêveberên HDP, DBP, Parlamenterê HDP'ê yê Çewlikê Hişyar Ozsoy û gelek welatî amade bûn.

Li dû bicihanîna wecîbeyên olî yên li goristana gund, cenazeyê Şarik Apo li binê dareke berûyê ya ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû şewitandin, hat veşartin.

Piştî xwendina duayan, girseya gel ji goristanê derket û berê xwe da konê sersaxiyê yê li taxa Karşiyakayê.