Erdemîr a ku ji hêla balafirên şer ên Tirk ve hatibû qetilkirin hate veşartin
Radîfe Erdemîr ku di encama bombekirina balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dayî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Radîfe Erdemîr ku di encama bombekirina balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dayî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Radîfe Demîr (41) ku duh di encama bombekirinên balafirên şer ên Tirk de li derdora gundê Herde yê navenda Bilîsê jiyana xwe ji dest dayî, îro hate veşartin.
Cenazeyê Erdemî piştî karên otopsiyê li Nexweşxaneya Dewletê Ya Bilîsê qediyan ji hêla malbatê ve hate standin û birin Mizgefta Ibadûllah.
Li vir piştî ku wecîbeyên dînî hatin bicih anîn cenazeyê Erdemîr li Goristana Karşiyakayê bi dûa hate vaşartin.
Di definkirina cenaze de, li gel rêveberên HDP’ê û DBP’ê bi sedan kes amade bûn.
Li mala sersaxiyê ku li Taxa Aydinlarê hate danîn, sersaxî hate dayin.