KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Geverê li dijî Qereqola Xiravêtê çalakî
Li navçeya Gever a Colemrêgê gerîlayên HPG’ê li dijî qereqola bajaroka Buyukçiftlik (Xiravêtê) çalakiyek li dar xistin. -
Ocalan: Divê Kurd bibin yek û li dijî van kuştinan bibêjin, êdî bes e!
Mehmet Ocalan got, ‘’Kurd divê bibin yek û li dijî van kuştinan bibêjin êdî bes e. Divê her kes destê xwe li ser wijdana xwe dane û ji bo ev kêşe çareser bibe yekîtiya xwe pêk bîne. Ne ji bo şer ji bo aştiyê em her tiştî bikin’’ -
Li qada ku zarok lê bûn teqînê rû da
Li Geverê 3 zarokên ku bi amûra ku dîtin dilîstin teqîya û her 3 zarok birîndar bûn. Hat diyarkirin ku ji zarokên ku birîndar bûne rewşa 2 yan giran e. -
Çeteyên DAIŞ’ê li Başûrê Minbicê komkujî pêk anî: 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ’ê li dijî sivîlên gundê El-Maşî êrîşên xwekujî pêk anîn. Di encamê de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gekek kes jî birîndar bûn. -
HPG’ê çalakiyên bersivdayinê li dar xistin
Hêzên Parastina Gel li dijî êrîşên tevkujiyê yên AKP’ê, li Colemêrg, Wan û Amedê çalakiyên bersivdayinê li dar xistin. -
YPG: Êrîşên DAIŞ’ê û artêşa Tirk dewam dikin
YPG’ê diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî gundên herêma Bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê dewam dike, her wiha artêşa Tirk jî bê navber êrşên xwe didomînin. -
Gerîla TV dîmenên şerê li Çelê û Şemzînanê weşand
Gerîla TV, dîmenên şerê li bejahiya Çelê û Şemzînanê, ku di meha Îlonê de qewimî, weşand. -
HPG'ê 8 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan eşkere kir
Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameyên 8 gerîlayên li Qers, Agirî, Colemêrg û Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. -
Artêşa Tirk bombeyan li Çiyayê Cûdî dibarîne
Herêma Sefîne û Geliyê Hirçê yên li Çiyayê Cûdî ji aliyê artêşa Tirk ve tên bombekirin. -
YRK'ê nasnameyên 12 gerîlayên xwe eşkere kir
Fermandariya Biryargeha YRK'ê nasnameyên 12 gerîlayên xwe yên li bajarê Salasbawacanî yê herêma Dalaho ya eyaleta Kirmanşanê di 4'ê Cotmeha 2016'an de bi komployê şehîd bûn, eşkere kir. -
ÎHD: Bila zarok li girtîgehan mezin nebin
Şaxê ÎHD'ê yê Mêrdînê xwest, dayik û zarokên bi hev re li girtîgehê tên girtin, bên berdan. -
Rêveberên DBP û HDP'ê yên Bedlîsê hatin binçavkirin
Li Pirxûs, Elcewaz û Norşînê serê sibehê di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Pirxûsê Ahmet Demîr jî di nav de gelek rêveberên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin. -
Li Amedê 55 siyaset hatin binçavkirin
Polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê li Amedê avêtin ser gelek malan û 55 siyasetmedar binçav kirin, ku di nava wan de Hevserokên HDP û DBP'ê yên bajêr jî hene. -
Lîstikên qirêj ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê
Derket holê, dewleta Tirk dixwaze li Iraqê komkujiyan bike, van komkujiyan bixe stuyê PKK'ê û bi vî rengî li Kerkûkê tevlîheviyê bike û ji bo operasyona li Mûsil, Tel Afer û Şengalê ji xwe re hincetekê bafirîne. -
Polîsên Tirk li Dersîmê avêtin ser malan
Polîsên dewleta Tirk li Dersîmê avêtin ser gelek malan. Lêgerîna li nava malan didome. -
Li Çelê şer giran e
Artêşa Tirk di 30'ê Tebaxê de li bejahiya navçeya Çelê ya Colemêrgê bi deh hezaran leşkeran dest bi operasyonê kir. Tê gotin, ev yek operasyona herî berfireh a artêşa Tirk e. -
'Xeta me ya çapemeniyê, xeta Gûrbetellî Ersoz e'
Hevrêyê Gûrbetellî Ersoz Cemal got, "Wê bi biryardarî hewl da xet û têkoşîna azadiya jinê ya Rêbertî ji her alî ve fêhm bike, di şexsê xwe de ava bike, bibe pêşenga vê yekê û weke sedema bingehîn a hebûnê, ev xet meşand." -
Li 13 tax û 14 gundikên Farqînê qedexeya kolan
Piştî çalakiya li dijî leşkerên ku li navçeya Farqîn a Amedê derketibûn operasyonê hate lidarxistin û şûn de, li 13 tax û 14 gundikên girêdayî van taxên ‘Qedexe kolana’ hate îlandkirin -
Şîlan Kobanê bi merasîmekê hate oxirkirin
Welatiyên Kobanê cenazeyê şervana YPJ’ê Şîlan Kobanê bi merasîmekê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ber bi rêwîtiya dawî ve oxir kirin. -
Li Zerganê civîna Komploya 9’ê Cotmehê
Li Zerganê bi mijara Komploya 9’ê Cotmehê civîn hate lidarxistin. -
Êrîşên çeteyan li ser xaka Federaliya Bakurê Sûriyeyê dewam dike
Navenda Ragihandina YPG’ê da xuyakirin ku 9’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser gundê Qadriyê ya dikeve Başûrêrojhilatê bendava Tişrîn a girêdayî Kobanê. -
Kesekî di êrîşa Hesekê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Raperîn Fatime a ku li Qamişloyê di hate dermankirin, jiyana xwe ji dest de. Jimara kesên ku di êrîşa 3’yê Cotmehê li Hesekê jiyana xwe ji dest dabûn gihişte 35’an. -
Fermandariya YJA Starê ya Şengalê Stêrk Serdar bi bîr anî
Fermandariya YJA Starê ya Şengalê, Zozan Dozdar Haran (Stêrk Serdar) a ku piştî qezayekê, dema dermankirinê de di 6’ê Cotmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da bi bîr anî. -
Li Erzînganê 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan
Hate ragihandin ku 2 gerîlayên HPG’ê li Erzînganê di encama bomberdûmana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dane. -
Li Colemêrg, Şirnex û Amedê 10 leşker hatin kuştin
HPG’ê da xuyakirin ku li Colemêrg, Şirnex û Amedê herî kêm 10 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.