KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Artêşa Tirk li girê Kil Xono yê li Licê qereqola demkî danî
Leşkerên Tirk, li Kil Xono yê ku li hemberî gundê Ergîn ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê ye, qereqola demkî danîn. -
Tara Hisên: Divê Kurd bi fermandariyekî hevpar beşdarî operasyona Mûsilê bibin
Berdevka Tevgera Azadî Hara Hisên wiha got: “Em weke Kurd divê yekîtiya xwe saz bikin. Divê Gerîla, Pêşmerge, şervan û hêzên YPŞ’ê di bin fermandariyekî hevpar de beşdarî operasyona Mûsilê bibin.” -
Ji YRK’ê çalakiya tolhildanê
YRK’ê ragihand ku ji bo tolhildana 12 gerîlayên wan ên li Salas Bawacanî ya Rojhilatê Kurdistanê bi komployekê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin şehîdkirin çalakî li dar xistin, di çalakiyê de 26 pasdarên rejîmê hatin kuştin. -
YPG: Êrîşên Arteşa Tirk didomin
YPG’ê diyar kir ku êrîşên arteşa Tirk a li dijî xaka Federasyona Rojava-Bakurê Sûrî berdewam dike. -
Li Çelê û Şemzînan herî kêm 11 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Çelê,Şemzînan a Colemêrgê li dar xistin de bi zelalî 11 leşker hatin kuştin. -
Balafirên şer ên Tirk qadên gerîla bombe dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk ji saet 14.25’an û vir ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê herêmên Zap û Avaşînê bombe dikin -
Dîmenên çalakiya li Girê Ronahî
Dîmenên amadekarî û çalakiya 8'ê Cotmehê ya li dijî leşkerên li Girê Ronahî gihîştin ajansa me. -
Irmak: Qeymeqam û Midûrê Emniyetê berpirsyar in
Wekîla HDP’ê Irmak diyar kir ji mirina zarokekî, birîndarbûna du zarokan Midûrê Emniyetê yê Geverê û Qeymeqamê Geverê berpirsyar in. -
Cenazeyê Leyla Basût hat veşartin
Cenazeyê Leyla Basût a li Enqereyê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat veşartin. -
Leşkerên Tirk gule berdan zarokekî
Leşkerên Tirk gule berdan zarokekî 13 salî, ku li bin xetê pezê xwe diçêrand. -
Zarokê li Geverê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
Cenazeyê zarokê bi navê Ûmût Ayvalik ê li Geverê ji ber teqîna cîsmekî jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
Bi dehan siyasetmedarên Kurd li Wanê hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, bênavber dewam dikin. Li Wanê 49 siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. -
Avesta: Êdî azadiya Rêber Apo nebe nabe
"Gelê me, dostên me her kes dizane ku dewleta Tirk di dema xwe ya herî qels de ye. Sala 19. a komployê sala çareseriyê ye. Ji bo me, êdî azadiya Rêbêr APO nebe nabe." -
'Ji ber ku nikarin xwe li serketina me ragirin...'
Taş bibîr xist, ku ew bi vîna gel hatine hilbijartin û got, "Ji ber ku nikarin xwe li serketina me ragirin, hewl didin pêşî li xizmeta ji bo gel bigirin." -
Cenazeyê Harûn Aslan hat veşartin
Cenazeyê Harûn Aslan ku hat îdîakirin li Enqereyê ji bo teslîm nebe bombeya li ser xwe teqand, hat veşartin. -
'Li dijî faşîzma AKP'ê bêdeng nemîne, naxwe wê dor were te'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan: Li pêşberî êrîşên faşîzma AKP'ê bêdeng nemîne. Tu bêdeng be, wê dor were te. Divê her kes bi vê zanibe. Bi bêdengiyê kes nikare li ber faşîzmê bisekine û weke mirovan bijî. -
Li 5 gundên Tetwanê derketina derve hat qedexekirin
Walîtiya Tirk li 5 gundên navçeya Tetwan a Bedlîsê derketina derve qedexe kir. -
Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî: 47 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk, ku danê vê sibehê gelek rêveberên HDP û DBP'ê girtin, avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê. -
Ehmed: Dibe ku Tirkiye êrîşî Efrînê bike
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed da xuyakirin, ku nakokiyên navbera Rûsya û DYA, li ser rûyê erdê berevajî gotin û daxuyaniyan e. -
Engîn: Huseyîn Çelebî gelekî jîr û bi coş bû
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Kasim Engîn ji bo Huseyîn Çelebî got, "Hevalê Huseyîn gelekî xweş bi Elmanî daxivî û aliyê wî yê îdeolojîk gelekî xurt bû. Ji xwe ji ber vê yekê dadger û dozgerên Elman li pêşberî wî bêdeng diman." -
Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
Ji ber operasyonên qirkirina siyasî yên li Wan û navçeyên wê, gelek kes hatin binçavkirin. Serdegirtina li malan hê dewam dike. -
Sîstema perwerdeyê ya Tirk, asîmîlasyon û Kurd
Saziyên perwerdeyê yên li Tirkiyeyê, ku di dîroka komarê de li dijî Kurdan û hemû gelên din veguherîne keleha asîmîlasyonê, bi têgîna yek welat, yek al, yek netewe, weke sîstemekê bi rê ve diçin. -
Li Şemzînanê li dijî mala Serokê Komaleya Cerdevanan çalakî
Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî mala Serokê Komaleya Cerdevanan Feyzûllah Şen çalakiyek bombeyî hate lidarxistin. -
Bi ser mala Wekîlê HDP’yî de girtin
Polîsên ku bi ser mala Parlementerê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan de girt, diyar kirin ku îfadeya Aslan heye, ji ferdên malbatê pirsa Aslan kirin. -
Cengîz ê HPG’yî hate definkirin
Gerîlayê HPG’ê Halûk Cengîz (Hasan Canfeda) ê ku di şerê li Elkê de jiyana xwe ji dest dabû, li warê xwe Bêgeriyê hate definkirin.