Avesta: Êdî azadiya Rêber Apo nebe nabe
"Gelê me, dostên me her kes dizane ku dewleta Tirk di dema xwe ya herî qels de ye. Sala 19. a komployê sala çareseriyê ye. Ji bo me, êdî azadiya Rêbêr APO nebe nabe."
"Gelê me, dostên me her kes dizane ku dewleta Tirk di dema xwe ya herî qels de ye. Sala 19. a komployê sala çareseriyê ye. Ji bo me, êdî azadiya Rêbêr APO nebe nabe."
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta tevlî bernameya Çira Welat a Çira TV bû û li ser mijarên di rojevê de ne bersiv da pirsên rojnamevan Sabriye Dûman. Avesta bal kişand ser erka pêşengiyê ya keç û xortên Kurdistanê û bang li wan kir, ku berê xwe bidin çiyayên azad û nava refên têkoşîna azadiyê.
Avesta di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê nirxand û got, "Ez bi hêrseke mezin komplokeran şermezar dikim. Berxwedana mezin a Rêber Apo û şehîdên me yên leheng, berxwedana gelê me ku gav bi gav mezin dibe, silav dikim. Di şexsê şehîdên me yên li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir û bi dirûşma 'kes nikare roja me tarî bike' canê xwe feda kirin, hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr tînim. Em ê têkoşîna wan heta serketinê bidomînin."
'HÊZÊN HEGEMONÎK XWESTIN ŞOREŞA GELAN TÊK BIBIN'
Avesta işaret bi sedemên komployê kir û got, "Sedemên xwe yên cur be cur hene. Yek ji van sedeman jî hewlda tesfiyekirina hêza şoreşger, hêza civakî û yekîtiya gelan a bi hezaran salan bû. Ji bo xwe ji nava aloziyên xwe rizgar bikin, xwestin di navbera gelan, mezheban, çand û neteweyan de şer derxînin. Li hemberî vê yekê jî, fikir û ramanên Rêber Apo û tevgera azadiyê, astengiyeke mezin bûn. Sedemeke din jî; gelê Kurd ev 200 sal in hêzeke dînamîk e, her tim li azadiya xwe digere, li dijî zilmkar, desthilatdar û dagirkeran 28 caran serî hilda. Hêzên dagirker jî dixwazin vê tine bikin. Sedema din jî; di sedsala pêşiya me de hêza herî mezin a xwedî perspektîf, stratejîk û rewşa rêxistinî felsefeya Rêber Apo ye. Xwestin vê felsefeyê tesfiye bikin. Li gorî wan, tesfiyekirina Rêber Apo bi vê komployê re, wê ji holê rakirina astengiya herî mezin bûya. Xwestin şoreşa gelan têk bibin. Lewma, di serî de dewleta Tirk û hêzên hegemonîk, ji bo berjewendiyên xwe ev komplo pêk anîn."
'GELÊN HERÊMÊ HEBÛNA XWE DI ŞEXSÊ RÊBER APO DE DÎTIN'
Avesta qala têkoşîn û berxwedana li dijî komployê jî kir: "Ev komplo li ser hemû civakê bû. Di pêşengtiya gelê Kurd de têkoşîn sar nebû. Berxwedaneke mezin hat nîşandan. Di roja ewilî de keç û xortên vî gelî, ji zîndanê heta serê çiyê, ji çiyê heta bajaran ji emrê 10-12 salî heta 80 salî ketin nava berxwedanê. Gelan dîtin ku hêviya wan di şexsê Rêber Apo de şênber bûye. Hêzên hegemonîk xwestin hêviya gelan têk bibin. Lewma gel rabû ser piyan. Bi her awayî gelê me li dora Rêber Apo bi ruhê fedayî kete nava tevgerê. Ev 18 sal in gelê me di xeta azadiyê de ye, têkoşîna xwe didomîne û nahêle komplo bi ser bikeve. Vê têkoşînê ne tenê di nava gelê Kurdistanê de dewam kir. Gelên herêmê jî niha baş dizanin, ku komploya li dijî Rêber Apo hat kirin, di heman demê de li dijî wan bû. Piştî Rêber Apo, xwestin erdnîgariya herêmê yek bi yek dagir bikin. Gelê herêmê niha baştir vê rastiyê dibîne."
'RÊBÊR APO, HÊZA Û VÎNA JINÊ DERXIST HOLÊ'
Sozdar Avesta da xuyakirin, ku jin bi dehan salan e bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têdikoşin û destnîşan kir, ev yek têkoşîneke encamgir e. Avesta got, "Di serî rakirina jinê de, keda Rêber Apo gelekî zêde ye. Di aliyên civakî, dîrokî, felsefî, bîrdozî û rêxistinî de gelek analîzên kûr ên Rêber Apo hene. Ya herî esasî jî, analîza xeta azadiya jinê ye ku di pêşxistina civakê de bûye xwedî rola sereke. Lewma perspektîfên Rêber Apo ji bo azadiya jinê, weke perspektîfên azadiya civakê ne. Cudahiya Rêber Apo ji lîderên din ên şoreş kirine, nêrîna wî ya li jinê ye. Rêber Apo ji dil û bi hevaltiyeke bêhempa hevaltî bi jinê re kir û dike. Yek ji armancên hêzên komploker jî israra di jina kole de bû. Dixwestin jin bê vîn bin. Ji ber ku PKK'ê vîna jinê derxist holê, azadiya jinê esas girt, rêxistinbûna jinê afirand, parastina jinê ava kir. Nîvê civakê bê hêz bû, civak bê hêz bû. Nîvê civakê tevlî jiyanê nebû, di siyasetê de nedihat temsîlkirin. Ev yek rewşeke bê exlaqî bû. Ji sedî 60-70 di nava civakê de bêfonksiyon bû. Têkoşîna tevgera azadiyê ya bi pêşengiya Rêber Apo, dawî li vê rewşê anî. Ev yek projeyek e û hê dewam dike. Rêber Apo mejiyê jinê ronî kir, çavên wê vekir, zimanê wê vekir, dest û piyên wê xist nava tevgerê û jin êdî di nava têkoşîn û berxwedaneke mezin de ye. Jin li Rojhilata Navîn hatibû hepskirin. Rêber Apo careke din ew erdnîgarî kir qada pîroz. Ew textê Xwedawendan da rûniştandin. Ji aliyê îdeolojiya rizgariya jinê ve, ji aliyê pergala jinê ve, ji aliyê mezinkirina partîbûna jinê ve, kesayeteke jinê afirand. Ev kesayet gihîşt asteke welê ku êdî jin serî li hemberî her cure bindestiyê radike. Hêzên hegemonîk, çeteyên DAIŞ'ê xistin dewrê. Bi navê çeteyên DAIŞ'ê careke din jin, ew jina ku serî hilda, jina xwedî vîn, zane, xwedî pergal û perspektîf hedef girt û xwest kole bike, li sûk û bazaran bifiroşe. Lewma Rêber Apo digot ev komplo li dijî jinê hatiye kirin û projeyên me nîvco ma ye. Lê asta ku niha jin li herêmê gihîştiye, li Rojhilata Navîn û li derveyî welat, pêşengiya jinên Kurdistanê ji bo me kêfxweşiyeke mezin e, şanaziyeke mezin e. Di sedsala 21'an de jin pêşengiyê ji azadiya civakê re dike. Bi fikir û ramanên Rêber Apo dikin."
'LI ŞENGALE VÎNA JINA AZAD DI ASTEKE BILIND DE YE'
Sozdar Avesta têkoşîna jinê li Şengalê jî nirxand û işaret bi konferansa jinê Şengalê kir. Avesta got, "Têkoşîna jinên Şengalê gelekî girîng e. Konferansa Jinên Êzidî bersiveke pîroz bû li dijî salvagera 18. a komploya navneteweyî. Li aliyekî keda Rêber Apo hat silavkirin, li aliyê din jî guhertinên li nava civaka Şengalê hatiye afirandin, di konferansê de hatin nirxandin. Konferansa Jinên Şengalê encama berxwedana mezin a Şengalê bû. Ev konferans ji bo yekîtiya jinên Êzîdxanê konferanseke gelekî balkêş û pîroz bû. Li Şengalê vîna jinê di asteke bilind de xwe bi rêxistin kiriye. Piştî konferansê hin hêzên berhevkirî li Şefredînê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ne di cih de bû û negihîşt armanca xwe. Hevdîtinên herêmê û hikûmeta Bexdayê çêbûn. Serokê Herêma Kurdistanê çû Bexdayê. Berî ku biçe Bexdayê, xwest senaryoyekê çêbike. Li gorî vê senaryoyê wê qaşo bigota 'Êzidî PKK'ê li Şengalê naxwazin'. Lê ev daxuyanî û ev senaryo li hev nehatin. Yên ku di wê civînê de li hev kom bûn, Êzidiyan temsîl nakin. Desthilatdaran xwestin konferansa jinê neyê dîtin. Ji azadiya jinê, azadiya civakê, azadiya gelan ditirsin. Ti pirsgirêka Civaka Êzidî û PKK'ê nîne. Berevajî, civaka Êzidî dibêje 'Eger PKK ji Şengalê derkeve, em jî namînin'. Di van daxuyaniyên PDK'ê de perspektîfên dewleta Tirk hene. Perspektîfên MÎT'ê û îstîxbarata herêmê tê de ne."
'BILA ÊZIDÎ YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN'
Avesta qala hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê jî kir û ev bang li Êzidiyan kir: "Dewleta Tirk dibêje, em ê herêmê dagir bikin. Kê ewqas ferman li ser Êzidiyan rakir? Osmaniyan. Li Kurdistanê, cihên ku Êzidî lê bûn niha bi hestiyan dagirtî ne. Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirkd ibêje 'Em Êzidiyan li Başîka perwerde dikin'. Ew Êzidiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên perwerdekirin kî ne? Ew xiyanetê li Êzidiyan dikin. Dewleta Tirk li Dîlokê, Kîlîsê bazarê bi DAIŞ'ê re dike, jinên Êzidî li wan deveran difiroşe. Kî jinên Êzidî difiroşe? Dewleta Tirk difiroşe. Li Tilêzir û Siba kê bomba teqandin. Tûgaya Întîkama Tirkan (TÎT) kir. Erdogan dema ji yekî aciz dibe dibêje 'hûn hemû Zerdûşt in, hûn hemû Êzîdî ne'. Çima leşker anîn Başîka? Başîka erdê Ezîdiyan e. Çima Tirk Êzîdiyan pêrwerde dike? Roja Şengal rizgar bû bi hevkariya hêzên herêmê Tirk anîn ser erdê Êzîdiyan û li wir bi cih kirin. Niha jî dibêjin bila PKK ji Şengalê derkeve. Dibêje 'Eger PKK li Şengalê be wê dewleta Tirk were'. Ji xwe te dewleta Tirk anî xist Şengalê'. Tu destpêkê hesabê wî bide. Te Tirk xistinê Şengalê, te Tirk xistine nava erdê Êzîdiyan. Dema te Êzîdî radestê DAIŞ'ê kir, tu li ku bû? Ew kesên ku bi navê Êzîdiyan tevdigerin, bi navê Êzidiyan daxuyanî dan gotin, 'bila PKK ji Şengalê derkeve'. Divê civaka Êzidî bi aqilmendî tevbigere. Ez bang li Êzîdiyan, yên ku daxuyanî dane dikim; bila hevgirtîbin, neyên leyîstikên ti kesî. Divê li hember hev ranebin. Yê ku daxuyanî dane poşman in. Dizanin ku xerabî kirine. Bila ji poşmaniya xwe bizîvirin û lêborînê xwe bixwazin. Em tevgera azadî ji bo parastina civaka Êzidî çûne wê derê. Ji bo Êzidî careke din li warê xwe vegere, li qada xwe ya pîroz vegere, kedeke mezin a tevgera azadiyê heye. Bila civaka Êzîdî neyê leyîstikên kesî, pişta xwe bide xwe. Bila baweriya xwe bi xwe bîne. Bila bi rasteqîniyê nêzik bibe, bi wijdanî nêzik bibe, li gorî berjewendiyên civakbûna xwe nêzîk bibe. Tiştên ku derketine holê, leyîstîkên tinekirina civaka Êzîdî ye. Rûmeteke mezin bi civaka Êzidî re heye. Civakeke humanîter e, civakeke xwezayî ye. Hindek dixwazin civaka Êzîdî li hemberî hev rake. Bila her kes dev ji wan lîstikan berde, neyê leyîstikên dewleta Tirk û hevkarên wî. Bila Êzidî yekîtiya xwe xurt bikin, rêz bigirin ji bo vê vîn derketiye holê. Yên ku wê esasî pêş bixîne jî wê jin bin."
'QADÊN TEKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN'
Avesta di dawiya axaftina xwe de got, "Komplo di sala xwe ya 19. de dixwaze encam bigre. Dîktatorê mezin dibêje em ê faşîzmê berdewam bikin hetanî ev nikaribin çalakiyan bikin. Ez çalakiyên di dema dawî de tên kirin silav dikim. Gerîlayên azadiyê bi ruhê Devrîm Amed û Şiyar Serxwebûn silav dikim û bi her awayî pîroz dikim. Bersivên mezin didin komployê. Dewleta Tirk hejandine. Pergal hejandine. Divê êdî ev berdewam bike. Ev tempoyê, ev tarze bi şêwazên cûr be cûr gerek berdewam bike. Gerek gelê me jî her tiştî di stuyê gerîla de nehêle. Gelê me, dostê me her kes dizanê ku dewleta Tirk di dema xwe ya herî qels de ye. Sala 19. a komployê sala çareseriyê ye. Ji bo me, êdî azadiya Rêbêr APO nebe nabe. Êrîşa li ser Rêbertiya me, di heman demê de êrîşêke li dijî gelê Kurd, îradeya jina azad û gelê li heremê doza azadiyê dide meşandin e. Rêbêrtiya me girtine navenda konseptekê û têkiliyên wî yên bi cîhanê re qut dikin. Lî dijî van êrîşana jinên Kurd û tevahî gelê herêmê li dora Rêbêr APO xelekekê berxwedan û serketinê ya fedayî saz kirin. Rêbertî di dema komployê de diyar kiribû ji ber dostaniya sexte û hevaltiya kêm ev komplo pêk hat. Li hemberî vê hevaltiya kêm em rexnedayina xwe ne bi gotin, bi pratîk didin. Gerîla jî tevî hemû êrîşên artêşa Tirk, berxwedaneke destanî nîşan daye û sîstema komploger tengav kiriye. Berdêla wê çi dibe bila bibe, bi armanca azadkirina Rêbêrtiya me, heta encam were girtin wê ev berxwedan û tekoşîn bê navber dewam bike. Li hemberî hêzên dagirker yên hegemonîk têkoşîn û berxwedan divê bê mezin kirin. Divê tevlîbûn mezin be. Erka mezin dikeve ser milê keç û xortên Kurdistanê. Divê li hemû qadan pêşengtiya pêvajoyê bikin, tevlî nava refên azadiyê bibin. Berê xwe bidin çiyayên azad, berê xwe bidin nava şervanên azadiyê. Li her herêmê, li her parçeyên Kurdistanê hêzen parastina civakê ya gel hene. Divê berê xwe bidin nava van hêzan."