BI DÎMEN

'Ji ber ku nikarin xwe li serketina me ragirin...'

Taş bibîr xist, ku ew bi vîna gel hatine hilbijartin û got, "Ji ber ku nikarin xwe li serketina me ragirin, hewl didin pêşî li xizmeta ji bo gel bigirin."

Yek ji şaredariyên ku ji aliyê AKP'ê ve erkên wan hatine desteserkirin, şaredariya navçeya Heweng a Rihayê ye, ku di hilbijartinên sala 2013'an de ket destê DBP'ê. Şaredariya Hewengê ya DBP'yî, ku xizmetê ji hemû taxên navçeyê re dike, di heman demê de deynên ji dema rêveberiya AKP'yî ma jî, qedandiye. Lê belê Walîtiya Tirk bi îdîayên bêbingeh dest danî ser erkê Hevşaredaran û radestî qeymeqamê xwe kir. Hevşaredarê Hewengê Zeynel Taş têkildarî polîtîkayên antî demokratîk ên rejîma AKP/Qesrê, ji ANF'ê re axivî.

'KARÊ ME LI GORÎ PÎVANA ZELALIYÊ TÊ KIRIN'

Taş da xuyakirin, ku îhaleyên ji aliyê rêveberiya wan ve hatine kirin, li gorî mewzûatê di çarçoveya pîvanên Saziya Îhaleyê ya Cemaweriyê de hatine krin û îlana van îhaleyan jî di rojnameyên ji aliyê amîrên mulkî ve hatine diyarkirin, cih girtine. Taş destnîşan kir, ku hemû karên wan li gorî pîvana zelaliyê hatine kirin û got, "Ji ber ku ji sedî 40 ê budçeyan me ji şaredariya bajarê mezin re tê ragihandin, budçeya me gelekî zelal û li pêş çavan e. Tevî vê yekê, sê mehê carekê li talbeya LED a li navenda navçeyê, hatin û lêçûnên me tên nîşandan."

'DIXWAZIN PÊŞÎ LI KARÊ ME BIGIRIN'

Taş da zanîn, bi hincetên bêbingeh erkên şaredariya wan hatine desteserkirin û got, "Yanî dixwazin ji me re bêjin; 'ez ê nehêlim hûn bixebitin. Ez ê pêşî li serketina we bigirim'. Ji ber ku nikarin xwe li rewşa me, li xizmetên me, li serketinên me ragirin, hewl didin me asteng bikin. Naxwe gelek caran mufetîş şandin şaderdariya me û lêkolîn kirin. Raporên di vê der barê de hene. Eger karekî ne li rê hebûya, ji xwe mufetîş li bahaneyê digeriyan, wê bidîtina. Lê belê ji ber ku tiştek nedîtin, niha bi rê û rêbazeke cuda dixwazin hewldanên xwe bidomînin. Ya ku niha tê kirin, bêhurmetiya li vîna gel e. Ev ne tiştekî were qebûlkirin e."

'ZILMA LI GEL E'

Taş diyar kir, ew vê yekê weke bêhurmetiya li vîna gel dibînin û destnîşan kir, ku ev yek di heman demê de zilma li gel e." Taş got, "Li dijî vê zilmê, wê rojekê edalet bi cih bê." Taş da xuyakirin, ku ew ê xizmetên xwe bidomînin, bi hêza xwe van astengiyan ji holê rakin û got, "Em ê bi hemû derfetên xwe tevbigerin."

Taş anî ziman ku bi desteserkirina erka şaredariyê re pêşî li wan tê girtin, xizmet tên astengkirin û got, "Em vê qebûl nakin. Em hêvîdar in wê di demeke nêz de ji vê şaşitiyê vegerin û bihêlin ku em xizmetê ji gel re bikin. Em ê bi rengekî azad xizmetê ji gelê xwe re bikin."