Li Çelê û Şemzînan herî kêm 11 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star ên li Çelê,Şemzînan a Colemêrgê li dar xistin de bi zelalî 11 leşker hatin kuştin.

Navanda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiyên gerîlayan ên bê navber daxuyaniyek nivîskî da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin:

COLEMRÊG

“11’ê Cotmehê saet 10.00’an Hêzên me bi çekên ferdî êrîş birin ser alaya Garê ya Şemzînan a Colemergê. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin.

9’ê Cotmehê artêşa TC’ê operasyonek li Şemzînanê da destpêkirin. Operasyon 11’ê Cotmehê bêencam vekişiyaye.

11’ê Cotmehê saet 17.00’an li nêzî Derava Xezalkê ya Colemergê, li ser rêya Çêlê Gerîlayên me çalakiya kontrolkirina rê pêk anîne. Li vir dema ku rê dihate kontrolkirin têkildarî pêvajoyê jî gel hatiye agahdarkirin. Her wiha 3 kamyonên ku xîz dibirin qereqola Meskanê hatin şewitandin, ajokar hatin hişyarkirin û serbest hatin berdan.

11’ê Cotmehê saet 09.00’an hêzên me êrîşek birine ser leşkeran ku dixwestin dakevin qada gundê Sipê ya Çelê ya Colemergê. Li vir 4 leşker hatin kuştin, komeke ku bi hêzên me re ketibûn şer jî derbeke giran xwarin û 2 leşker hatin kuştin. Piştî demekê dîsa dema ku leşkeran dixwestin bi pêş ve herin gerîlayên me çalakiya kemîndanînê kirine û li vir 3 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê bi balafirên şer, obûs û hawanan qad bombe kirine. Li qadê operasyon û tevger hê jî berdewam e.

11’ê Cotmehê saet 11.30’an hêzên me bi ser qereqola Êrîşê de bi çekên giran êrîşek pêk anîne. Li vir hijmara mirî û birîndaran zelal nebûye.

11’ê Cotmehê piştî nîvro balafirên şer li qadên Xeregol û Sipê xistiye.

WAN

11’ê Cotmehê saet 17.00’an li Şax a Wanê bi ser stesyoneke bazê çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û stesyon hatiye tunekirin.

ŞIRNEX

11’ê Cotmehê berêvarî artÊşa TC’ê li qada Şehrîban a Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Ev operasyon hê jî berdewam e.

BEDLÎS

11’ê Cotmehê gerîlayên me saet 07.30’an bi ser leşkerên qereqola Hêrwiz a Bedlîsê çalakiyeke siûqastê pêk anîne û di encamê de leşkerek hatiye kuştin.

DERSIM

6’ê Cotmehê li qada Kirê Tutekê ya Tendûrek a Agirê dema ku yekîneyeke me ya gerîla bi ser karê xwe de diçû bi leşkeran ji nêz ve ketine nav şerekî. Di encama v îşerî de 13 leşker hatin kuştin û me ragihandibû 2 gerîlayên me şehîd bûne. Di dema şer de agahî hatibû standin ku hevalê me Şerzan jî şehîd bûye û ji bo vê jî têkildarî hevalê me agahî hatibû dayin. Lê hevalê me Şervan Agirî şehîd nebûye û bi sax û silamet gihaştiye yekîneya xwe.11’yê Cotmehê di saet 18:00’ an de ji aliyê gerîlayan ve li dijî çeper bi termal a qereqola Sînad a li navenda Dersimê çalakiyek hate lidarxistin. Ev termal bi hate rûxandin, artêaş Tirk piştî çalakiyê bi tankan derdorî xwe ketober topbaran kirin.

11’yê Cotmehê artêşa Tirk li qontarên Hingivan û Dokuzkayalar ên girêdayî navenda Dersimê bi helîkopterên Skorsky leşker danîne û dest bi operasyonekê kirine. Ev operasyon li hermêa Pilemûriye geliyê Harçikê pêk hatiye. Têkildarî detayên berfireh ê operasyonê wê paşê bi raya giştî re were parvekirin.

11’yê Cotmehê di saet 20:00- 22:00’an de Geliyê Mûnzûrê, ji aliyê qereqolên nêzîk ve bi obusan hate bombekirin.

ERZÎNGAN

11’yê Cotmehê di saet 13:15’an de gerîlayan li dijî tirênekî bar a ku ji devera Cebesû ya girêdayî navçeya Kemah a Erzînganê derbas dibû çalakiyekî sabotajê li dar xistin. Di vê çalakiya ku ji aliyê gerîlayên YJA-Starê ve pêk hat de, 2 vagon hatin rûxandin, gelek vagon jî hatin derbkirin.

DÎLOK

10’ê Cotmehê di saetên şevê de li dijî kargehekî bi navê GÎM a li nêzî gundê Xaltan ê girêdayî navçeya Îslahiye a Dîlokê ji aliyê yekîneyekî me ve çalakiyek hate lidarxistin. Li vê kargeha ku ji aliyê Selahattîn Turmen ê ku AKP’yîye ve tê birêvebirin, 7 kamyon, kepçeyek, odeyek a labaratûwarê û odeyek a muhendîsek jî di nav de hate şewitandin û tûnekirin. 11’yê cotmehê li heman deverê stasyona Tûrkcell-Avea-Vodafone, jeneratorek û stasyonekî ya televîzyonê bi çalakiyekî ya sabotajê hate îmhakirin.