Li Wanê operasyonên qirkirina siyasî: 47 kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk, ku danê vê sibehê gelek rêveberên HDP û DBP'ê girtin, avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê.
Polîsên Tirk, ku danê vê sibehê gelek rêveberên HDP û DBP'ê girtin, avêtin ser avahiya DBP'ê ya Wanê.
Polîsên dor li avahiyê girtine, nahêlin rojnamevan dîmenan bikişînin. Lêgerîna li nava avahiyê dewam dike.
Di serdergirtinên danê sibehê de Hevserokê DBP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, Hevserokên DBP'ê yên Ebexê Nasir Urgen û Şîrvan Şahîn, Hevserokê HDP'ê yê Navçeyê Alî îhsan Taş, Hevseroka HDP'ê ya Şaxê Sevgî Eraslan û Şukru Yavûz, Hevserokê DBP'ê yê Payîzavayê Kemal Guler û rêveber Nejat Taniş jî di nav de zêdeyî 47 kes hatin binçavkirin.