KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
2 hezar Mûsilî dixwazin derbasî Rojava bibin
Piştî ku operasyona Mûsilê dest pê kir, bi hezaran penaberên Iraqî ji bo derbasî nava Rojavayê Kurdistanê bibin, li ser sînor civiyan. -
Li Wan, Riha û Amedê gelek kes hatin binçavkirin û girtin
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, ku bi destê AKP/Qesrê tên meşandin, li Wan û Amedê gelek kes hatin binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de xebatkarên Radyoya Karacadag jî hene. Li Rihayê 3 kes hatin girtin. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li girekî Şirnexê weşand
Gerîlla TV, dîmenên çalakiya 26’ê Îlonê li Şirnexê dijî leşkerên ku parastina girê Şantiyê digirtin, weşand. -
Altûn: PKK wê pêşengiyê ji çareseriyê re bike
Ji dema ku me ji bo tevlîbûna li nava operasyona Mûsilê daxuyanî dane û vir ve, em amadekariyan dikin. Hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve. PKK wê ne temaşekerê pêvajoyê be, wê pêşengê çareseriyê be. -
Qeyûmê AKP'ê projeya pirtûkxaneyê betal kir
Onder Can ku weke qeyûm li Şaredariya Rêya Armûşê hat erkdarkirin, piştî ku kreşa zarokan, karên jinan û xebatên din ên Şaredariya DBP'yî sekinand, vê carê jî projeya pirtûkxaneyê betal kir. -
Salah: Dewleta Tirk dixwaze şer û krîz dewam bike
Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Salah got, eger Mûsil û Kerkûk ewle be, wê Kurdistan ewle be. Salah bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li operasyona Mûsilê û diyar kir, dewleta Tirk dixwaze Sykes-Pîcotek nû bafirîne. -
Bîlançoya roja yekemîn a operasyona Mûsilê
Di daxuyaniya li ser bîlançoya roja destpêkê ya operasyona Mûsilê de hat ragihandin, 9 gund hatine rizgarkirin, 200 kîlometreçargoşe ya navbera Hewlêr-Mûsilê ji destê çeteyên DAIŞ'ê hatiye derxistin. -
Karayilan: Em amade ne tevlî operasyona Mûsilê bibin
Mûrat Karaylian: PKK dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. PKK dixwaze şerê li dijî DAIŞ'ê temam bike. Eger DAIŞ li Mûsilê li ber xwe bide, wê pêwîstiyê bi me bibînin. Em amade ne tevlî bibin. Lê em vê nakin pirsgirêk. -
QSD'ê salek ji meşa azadiyê li dû xwe hişt
Meşa azadiyê ku bi QSD'ê re par dest pê kir, salek li dû xwe hişt. Ji sedî 90 ê axa Bakurê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin û rizgarkirin. -
'Eger Tirkiye û çeteyên wê bên Babê, em ê li hev rast bên'
Berdevkê QSD'ê Telal Silo diyar kir, artêşa Tirk û çeteyên wê dora xwe fireh dikin û got, "DYA dibêje, ew ê destûrê nede Tirkiye û pêkhateyên QSD'ê şerê hev bikin. Lê belê, eger bên Babê dibe ku em li hev rast bên." -
Li Efrînê bi hezaran kes li dijî artêşa Tirk meşiyan
Bi hezaran kes, ji bo artêşa Tirk a dagirker protesto bikin, ber bi sînorê Bakurê Kurdistanê ve meşiyan. -
Helîkopterên Tirk bejahiya Licê bombebaran dikin
Bejahiya gundê Mîşirfê ya Licê ya Amedê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin. -
Li Qelqeliyê qeyûm îstifa kir
Qeyûm Hakkî Hûkûk Kadirhanoglulari yê ku weke alîkarê Serokê Şaredariya Qelqeliyê hate erkdarkirin, îsifa kir. -
HPG: Herî kêm 15 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîla de ku li Colemêrg, Şirnex û Wanê li dar xistin, herî kêm 15 leşker hatin kuştin, pêgerek hewayî ya bi tîpa Drone jî hate xistin. -
Şervanên El Sûwar çalakiyek li dar xistin: Gelek çete hatin kuştin
Di çalakiya şervanên El –Sûwar a li herêma Şehbayê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xistin de gelek çete hatin kuştin. -
Li bajarên Kurdan protestoyên qeyûman: Em nas nakin!
Li dijî qeyûmên rejîma AKP/Qesrê ya ku bi rêka Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de 25 şaredariyên DBP’î desteser kirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
YPG: Êrîşên artêşa Tirk û komên çete dewam dikin
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên DAIŞ'ê û koalîsyona Sûrî yên li dijî Rojava/Bakurê Sûriyeyê dewam dikin. -
6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan
Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de, ku danê vê sibehê dest pê kir, 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan. -
Dayika Şehîdê Hewremanî: Em Şanaz in
Gerîlayê YRK’ê Serhed Kosalan ê ku Çarşemê li Hewramanê şehîd bû, hate bibîranîn. -
Li Mûş û Dersîmê 5 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Li Mûş û Dersîmê 5 kes hatin binçavkirin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xityar hat veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Xityar Hesekê, ku ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da, hat veşartin. -
Qendîlî: Armanca dewleta Tirk dagirkerî ye, ya PKK'ê jî parastina gel e
Gelê Qendîlê li dijî dewleta Tirk derket, ku ku bi israr dixwaze tevlî operasyona Mûsilê bibe. Qendîliyan diyar kirin, armanca dewleta Tirk dagirkerî ye û gotin, "PKK'ê çawa ku gelên Şengal, Mexmûr û Kerkûk parast, wê Mûsilê jî biparêze." -
Cenazeyên 3 cangoriyên azadiyê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên ji Dêrikê, Girkê Legê û gundên wan cenazeyên 2 şervanên YPG’ê û endamekî Asayîşê ên di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan spartin axê. -
Muxatabê gelê Şemrexê vîna hilbijatî ye
Hevşaredarê Şemrexê yê ku ji peywirê hate standin Ozkan diyar kir, qeyûm şaredarî kiriye weke qereqolê û got, "Gelê me ne qeyûmê lê vîna hilbijartiyan ji xwe re muxatab dibîne." -
Gelê Başûr: Dewleta Tirk dixwaze Mûsilê dagir bike
Başûriyan xwestin, dewleta Tirk derhal dawî li dagirkeriya xwe ya li Başûrê Kurdistanê û Iraqê bîne.