Li Mûş û Dersîmê 5 kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Li Mûş û Dersîmê 5 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Li Mûş û Dersîmê 5 kes hatin binçavkirin.
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Polîsên Tirk li Mûşê avêtin ser malên endam û rêveberên HDP û DBP’ê. Di serdegirtina malan de Hevseroka HDPê ya Mûşê Ayşe Soylemez, Hevseroka DBP'ê ya Mûşê Hatice Şeker Endama Meclisa Şaredariyê Çiçek Tutuş hatin binçavkirin. Piştre 3 rêveberên hatin birçavkirin birin midûriyeta polîsan a Mûşê. Polîsan piştî binçavkirinê, avêtin ser avahiyên HDP û DBP'ê yên bajêr.
DERSÎM
Li Dersîmê jî danê sibehê avêtin ser malan. Polîsan avêtin ser mala Ferhat Guven a li taxa Harçikê, Bedrî Akyol a li gundê Sorpiyanê Bedrî Akyol û Nazli Çelîk al i taxa Gazikê. Her wiha avêtin ser mal û kargeha Alî Ulufer.
Çelîk û Ulufer hatin binçavkirin û birin emniyetê. Ji bo dayîna îfadeyê bang li Guven û Akyol kirin.