Helîkopterên Tirk bejahiya Licê bombebaran dikin

Bejahiya gundê Mîşirfê ya Licê ya Amedê ji aliyê helîkopteran ve tê bombebarankirin.

Piştî ku Walîtiya Amedê li 14 gundan qedexe îlan kir, bi helîkopteran ve bejahiya gundê Mîşirfê ya navçeya Licê tê bombekirin. Der barê herêma ku tê bombekirin de ku dûman jê bilind dibe, agahî nehat girtin.

Li aliyê din gundê Mîşirfê ji aliyê bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin. Hate ragihandin destura derketina ji gund nadin gundiyan.