Li bajarên Kurdan protestoyên qeyûman: Em nas nakin!

Li dijî qeyûmên rejîma AKP/Qesrê ya ku bi rêka Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de 25 şaredariyên DBP’î desteser kirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li dijî qeyûmên rejîma AKP/Qesrê ya ku bi rêka Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê de 25 şaredariyên DBP’î desteser kirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

RIHA

Li Şaredariya Xelfetiyê têkîldarî mijarê daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de ku li ber avahiya xizmetê ya şaredariyê hate lidarxistin, Hevşaredarên Xelfetiyê Mûstafa Bayram û Ayşe Dûrmûş, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên HDP û DBP’ê, pêkhateyên KJA’yê û gelek kes amade bûn.

Hevşaredar Bayram daxuyaniya çapemeniyê xwend, diyar kir ku îradeya şaredariyê ji hêla desthilatdariya AKP’ê ve hatiye îpotekkirin, lê wê serî li ber ti biryarên AKP’ê û amirên wê yên dagirker netewînin. Bayram destnîşan kir ku tevî hemû astengiyan jî li ser wezîfeya xwe ne û xizmetkirina gel didomînin, wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em careke din bang dikin; dest ji van sepanînên antîdemokratîk ên ku welêt ber bi kaosê ve dibe berdin.”

ÊLIH

Li Êlihê Kongreya Jinên Azad (KJA), DBP û HDP û xebatkarên şaredariyê çalakiya 3'yemîn a "Dest nede îradeya min" a ji bo şermezarkirina qeyûman dane destpêkirin pêk anîn. Daxuyanî li cadeya Gulîstanê hat dayîn û Hevserokê DBP'ê yê Êlihê Abdulbarî Karaagaç, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê ji kar hat dûrxistin, Hevşaredara Kercewsê Zeynep Oduncu ya ji kar hatiye dûrxistin, Berdevka KJA'yê Songum Korkmaz û gelek welatî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Dest nede îradeya min" hat vekirin.

Berdevka KJA Oduncu daxuyanî xwend û diyar kir ku qeyûm parçeyekî rejîma sûc a mêtinger e û wiha berdewam kir: "Em dibêjin ku li dijî hovîtiya faşîst a peyî, êrîşa hiqûqî û nexlaqî heta dawî li ber xwe bidin, qebûl nakin, têkoşîna xwe bidomînin."

AMED

Xebatkarên Şaredariya Peyasê ya Amedê jî ji bo şermezarkirina qeyûman li ber şaredariyê çalakî li dar xistin. Hevşaredarên Peyasê Mehmet Alî Aydin û Fatma Arşîmed, endamên Meclîsa Şaredariya Peyasê û xebatkar beşdarî çalakiyê bûn. Pİştî çalakiya rûniştinê ya bêdeng xebatkar çûn ser karê xwe.

Şeradiya Yenîşehîrê ya Amedê jî ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyû li ber avahiya şaredariyê çalakî pêk anîn. Hevşaredaren Yenîşehîrê Ulku Baytaş û Selîm Kurbanoglu, endamên meclîsa şaredariyê beşdarî çalakiyê bûn. Kurbanoglu axivî û diyar kir ku hikûmetê hewldana darbeyê wekî fersend dîtiye û li gorî xwe welat dizanyn dike.

DERSİM

Yekîtiya Hêzê ya ji bo Demokrasî û Kedê ya Dersimê li ber şaredariyê tayînkirina qeyûman û serdegirtinên malan şermezar kir. Hevseroka DBP'ê ya Dersimê Hulya Yer di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku piştî hewldana darbeyê AKP û Erdogan bi OHAL û KHK'an bingeha rejîma dîkta ava dikin.Yer anî ziman ku qeyûmên ku hatine tayînkirin li dijî madeyên destûra bingehîn e, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku Tirkiyeyê îmze kiriye û Şerta Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê û peymanên navneteweyî ne. Yer anî ziman ku Şaredariya Dersimê ji aliyê 7 mufetîşan ve di bin kontrolê de ye û ev yek bi awayekî fiîlî pêkanîna qeyûm e. Yer li bajar binçavkirina gelek muhalîfan û der barê wan de lêpirsîn vekirin jî şermezar kir û bang li hemû kesan kir xwest li dijî rejîma dîkta dengê xwe bilind bikin.