Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn operasyona Mûsilê nirxand û got, "Operasyon di nava konsensusekê de nameşe. Lê xuya ye operasyon ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye destpêkirin û Hêzên Koalîsyonê jî piştgiriyê didin wan. Pêşengiya fermî ya operasyona Mûsilê wê ji aliyê van hêzan ve bê kirin û hêzên bingehîn ên bikevin nava Mûsilê jî ev in. Dema mirov ji vî alî ve lê dinêrin, Tirkiye li derveyî pêvajoyê ma ye. Pêşmerge jî bi şertê ku nekeve nava bajêr, wê li dora Mûsilê bimîne. Heşdî Şabî wê yekser nekeve nava Mûsilê û li derveyî bajêr bimîne. Ketina nava bajêr a Heşdî Vatanî jî bi giranî nehat qebûlkirin. Li ser vê bingehê, operasyon hat destpêkirin. Operasyon bi giranî bi bomberdûmana hêzên koalîsyonê û hêzên pêşmergeyan a li dora Mûsilê dest pê kiriye. Lê belê pozîsyona hêzên di vê pêvajoyê de tevlî operasyonê bibe, hê zelal nebûye."
Altûn işaret bi nakokiyên navbera hêzên tevlî operasyonê dibin kir û got, "ji xwe pirsgirêk ji vir derdikeve. Operasyona Mûsilê divê bi tena serê xwe were nirxandin. Navenda ku operasyonê dimeşîne, xwedî pirsgirêkan e. Hesabê her kesî li ser Mûsilê heye. Lewma Mûsil ne pariyekî biçûk e. Xala duyemîn jî, gelek hêz bi rêya operasyona Mûsilê dixwazin di nava polîtîkaya Rojhilata Navîn de ji xwe re cihekî peyda bikin. Ji ber vê yekê beriya operasyonê gelek nîqaş hat kirin û gelek hêzan xwestin tevlî operasyonê bibin."
ZEHMETIYA OPERASYONÊ JI NIHA Û PÊ VE DEST PÊ DIKE
Altûn destnîşan kir, ku tevî ku operasyona Mûsilê dest pê kiriye jî, mirov nikare pêşdîtineke zelal li ser rêveçûna wê bikin û got, "Dewamkirina operasyonê ji destpêkirina wê zehmettir e. Qedandina operasyonê jî ji operasyoneke encamê bidestxistina Mûsilê zehmettir e."
Altûn da xuyakirin, ku eger koalîsyon, artêş û polîsên Iraqê tevî piştgiriya hewayî jî nikaribe bi pêş ve biçe, ya wê xwe vekişîne, ku ev yek jî wê rê li ber felaketeke mezin veke, yan jî wê ji bo ketina nava Mûsilê neçar bimîne bi hêzên din re tifaqê bike. Altûn got, "Lewma ev yek, rewşeke ji destpêkê zehmettir e. Tiştekî bi vî rengî wê bibe, yan nebe, ev ne diyar e, divê mirov li bendê bimînin. Pêkane ku rewşeke bi vî rengî rû bide. Yan jî vê yekê bêjim; Em bêjin bi rê û rêbazekê DAIŞ hat têk birin. Piştre wê rewşa Mûsilê çi be? Meseleya esasî jî ji vir dest pê dike. Hin îdîayên Kurdan, hêzên nerm ên Sûnî hene. Hin îdîayên Şîa hene. Hin îdîayên hêzên herêmî hene."
ÇIMA HEMÛ HÊZ DIXWAZIN BIKEVIN NAVA MÛSILÊ?
Li ser daxwaz û armancên hêzên dixwazin bikevin nava Mûsilê Riza Altûn daxuyaniyên girîng da. Altûn diyar kir, plana hêzên navneteweyî ya di vî warî de zelal nîne û tevî ku gotinên 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û parastina demokrasiyê' bilêv dikin jî, li ser planên xwe yên şênber û daxwazên xwe daxuyaniyeke nedane. Altûn got, "em hemû dizanin, ku hesabên wan ên kûr hene."
Ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve Altûn destnîşan kir, ku hikûmet dixwaze sîstema xwe ya federal biparêze û hêza xwe xurtir bike, xwe bigihîne asteke hegemonya.
Riza Altûn da xuyakirin, ku li eniya Başûrê Kurdistanê jî pirsgirêk û daxwazên cidî hene û bal kişand ser herêmên bi nîqaş. Altûn got, "Mesela, pirsgirêka Kerkûkê heye. Pirsgirêkên herêma jê re qada navîn tê gotin, hene. Yanî pirsgirêkên destnîşankirina sînorê Kurdan, berfirehkirina erkên federasyona Kurd hê çareser nebûne. Wekî din li ser herêmên weke Tuzxurmatu, Diyala, nîqaşên berfireh hene. Ev pirsgirêk li benda çareseriyê ne. Kurd jî dixwazin ev hemû herêm di nava federasyona Kurdan de cih bigirin. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî bi vî rengî li bûyerê dinêre. Ev pirsgirêk hê çareser nebûye. Nêrîneke duyemîn jî, daxwaza ragihandina dewletê ya Barzanî ye. Kurd bi giranî dixwazin bi rewşeke federal karê xwe bimeşînin. Li ser vê bingehê du meyl derdikevin holê. Ya yekemîn; dixwazin bi sîstemeke federal bimeşin. Ya duyemîn jî; Kurdistaneke serbixwe. Her du meyl hê jî derbasdar in. Tevî ku rewşeke ne diyar hebe jî, daxwaza Kurdan a çareserkirina pirsgirêkan heye."
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir, Îran jî ji aliyê mezhebî ve li mijarê dinêre û dixwaze bbei hêzeke hegemon a herêmî. Altûn destnîşan kir, Îran hewl dide Iraqeke bi serdestiya Şîa ava bike.
Riza Altûn da zanîn, Tirkiye jî di ser Sûniyan re polîtîkayeke bi heman rengî dimeşîne û bal kişand ser îdîayên Tirkiyeyê yên ji dema Osmanî man e. Altûn ragihand, Tirkiye dixwaze Mîsakî Mîllî ji nû ve binirxîne, li ser Heleb, Mûsil û Kerkûkê doza maf bike û got, "Hesabên Tirkiyeyê yên di vê mijarê gelekî tarî û qirêj in."
PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ YÊN PKK'Ê JI BO MÛSILÊ
Altûn da xuyakirin, ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd ew dixwazin pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi perspektîfên wekhevî, azadî, edalet û demokrasiyê werin çareserkirin û got, "Em di vê oxirê de têdikoşin. Polîtîkaya me ya ji bo Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê ev e. Rêberê me ev yek gelek caran eşkere kir. Em li dijî cihêkariya ol, nîjad, etnîkî, çîn û zayendî têdikoşin. Em alîgirê wê ne, ku di nava pîvana wekheviyê de pirsgirêk were çareserkirin. Ji bo Mûsilê jî em heman tiştî dixwazin."
'HEMÛ RÎSKÊN LI MÛSILÊ, BI SIYASETA ME DIKARIN JI HOLÊ WERIN RAKIRIN'
Riza Altûn destnîşan kir, ku eger siyaseta ew destnîşan dikin bê meşandin hemû rîskên li Mûsilê dikarin ji holê werin rakirin û got, "Mûsil bi Şîa, Sûnî, Kurd, Suryanî û Êzidiyên xwe re mozaîkek e. Kî bi çi rengî li vê mozaîkê dinêre, min li jorê eşkere kir. Her kes ji eniya xwe ve li vê mozaîkê dinêre. Kîjan ji vê nêrînê dikare çareseriyê bîne Mûsilê? Her kes xwe di navendê de dibîne û bi vî rengî tevdigere. Pirsgirêk jî ji vir tê. Operasyon niha bi vî rengî dimeşe, lê ev pirsgirêk e. Şîa wê çiqasî Sûniyan qebûl bikin, yan jî Tirkmen çiqasî Ereban an jî Kurdan qebûl bikin... Ev hemû pirsgirêk in û hêzeke karibe siyaseteke wekhev a çareserkirina van pirsgirêkan temsîl bike, di nava wan de nîne. Bêguman ev pirsgirêk bi rêbazên kevneşop çareser nabin. Di vir de em qala sîstemeke civakî û siyasî ya ku hemû cihêrengî xwe di nav de bibîne, dikin. Em qala rêveberî û têkiliyeke xwe dispêre mafên wekhev dikin. Weke çareseriya siyasî, weke sîstemeke konfederal em modeleke ku destûra bingehîn a van hemûyan bi hev re bigire, jiyaneke hevpar a civakî bafirîne û krîza li Rojhilata Navîn çareser bike, pêşniyar dikin. Li ser vê bingehê em dixwazin tevlî operasyona Mûsilê bibin."
'EM LI SER NAVÊ MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞIN, BÊGUMAN EM Ê DESTKETIYÊN GELÊ XWE BIPARÊZIN'
Altûn bibîr xist, ku roja operasyona Mûsilê ket rojevê, wan îlan kirin ku amade ne li dijî DAIŞ'ê têbikoşin û got, "Di dem û rewşekê de ku ti hêzê xwe li ber DAIŞ'ê nedigirtin, li eniyên Şengal, Mexmûr û Kerkûkê em ketin nava şer û me pêşî li çeteyan girtin. Niha hin hêzan dan xuyakirin, ku ew naxwazin em tevlî bibin."
Altûn diyar kir, Tirkiye di nava van hêzên naxwazin ew tevlî bibin de bi roleke aktîf radibe û got, "Tirkiyeyê bi polîtîkayên xwe yên heta niha re ev yek dît: PKK li dijî DAIŞ'ê têkoşiya û li herêmê bû hêzek. Tirkiye jî, her çend qebûl neke, ji ber têkiliyên xwe yên bi DAIŞ'ê re marjînal bû. Polîtîkaya xwe ya nû, li ser vê bingeha dijberiya Kurd da rûniştandin: Ez ê firsenda DAIŞ'ê ji PKK'ê bistînim û nîşan bidim ku herî baş em dikarin li dijî DAIŞ'ê têbikoşin. Eger em vê bi ser bixînin, em ê PKK'ê têk bibin û gelê Kurd careke din di nava rûpelên dîrokê de winda bikin. Ji bo pêşî li tevlîbûna PKK'ê ya li nava operasyona Mûsilê bigire, çi jê tê dike. Ne tenê ji aliyê siyasî û leşkerî ve ket nava hewldanan. Di heman demê de serî li polîtîkayên şantajê da. Tevlîbûna PKK'ê ya li nava vê operasyonê weke meseleyek man û nemanê ji bo xwe dît. Derdê Tirkiyeyê çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Mûsilê nîne. Derdê wê, pêşîgirtina li mafên Kurdan û dervehiştina PKK'ê ya vê pêvajoyê ye. Ji ber vê yekê zextê hem li Hêzên Koalîsyonê hem jî li rejîma Iraqê dike. Bêguman Siûdî û Qatar jî di nava vê rewşê de ne. Ji ber ku ew jî di pozîsyoneke aktîf de ne. Ev dewlet dixwazin bi zextên giran PKK'ê li derve bihêlin. Li eniya Kurdan jî em dibînin ku PDK bi roleke bi vî rengî radibe. Em dizanin ku di hevdîtina dawî ya bi Ebadî re PKK weke xeta sor destnîşan kiriye. Ji bo PKK li qadeke berfireh belav nebe û nebe xwedî zemîneke siyasî, li dora navendeke hevpar tevdigerin. Encamên PKK bafirîne li dijî xwe xetere dibîne."
Altûn destnîşan kir, ku ew ê li ser bingeha pîvanên xwe têkoşîna xwe ya li Rojhilata Navîn bidomînin û got, "Polîtîkayeke çareseriyê ya Tirkiyeyê û hêzên mîna wê difikire, nîne. Lê belê ya me heye. Em ê têkoşîna xwe ya lid ijî van hêzên gefê li hebûna gelê me dixwin, bidomînin. Em ne tenê li ser navê Kurdan, li ser navê hemû mirovahiyê têdikoşin. Bêguman em ê hebûna gelê xwe û destketiyên xwe biparêzin."
'PKK WÊ NE TEMAŞEKER BE, WÊ PÊŞENGÊ ÇARESERIYÊ BE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bal kişand ser amadekariyên xwe û got, "Ji roja ku me ragihand em amade ne tevlî operasyona Mûsilê bibin û vir ve, em di nava amadekariyan de ne. Hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê leşkerî ve. Me ji aliyê siyasî û dîplomatîk ve jî amadekariyên xwe kirin û gihîştin roja îro. Ev encamek e. Me xwe amade kir, ku dema rewşeke dijber derkeve holê, an jî rewşeke meşa ber bi pêş ve derkeve holê, em ê erka xwe ya leşkerî bi cih bînin."
Altûn ragihand, bi her kesî re têkiliyên wan hene û got, "Lê belê encamek hê bi dest neketiye. Weke min beriya niha bilêv kir; operasyonê dest pê kiriye lê ne diyar e bi çi rengî bimeşe, bi çi rengî bi encam bibe. Em ê vê bibînin. Dikarim vê bêjim: Weke PKK em ê ne temaşeker bin, em ê li cihê ku pêşengiya çareseriya pirsgirêkan lê tê kirin, bin."