KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
' Em têkoşîna xwe geş bikin; faşîzma dewleta Tirk hilweşînin'
Hevserokatiya KONGRA GEL nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava da û got, "Wê ti carî bi ser nekevin. Dem hatiye ev faşîzma dewleta Tirk a li ser înkar û tinekirina gelan ava bûye, hilweşe." -
'Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê hatin şikandin'
Fermandariya Giştî ya Cebhet El-Ekrad diyar kir ku hêzên wan êrîşên balafirên şer û bejahî yên Tirkiye û çeteyên wê şikandine. -
Gerîla jî tevlî şerê li Kerkûkê bû
Gerîlayên HPG û YJA Starê jî li ser daxwaza Fermandariya Pêşmergeyan tevlî şerê li Kerkûkê yê li dijî DAIŞ'ê bûn. -
Tirkiye û çeteyên wê êrîşî gundên Um El Hoş û Herbelê dikin
Artêşa Tirk û çeteyên wê, êrîşê gundê Hesiye, Um El Qura, Um El Hoş û Herbelê dikin. -
Hozat: Erdogan bi lîstikeke mezin dilîze, wê zêde winda bike
Hozat got, "Ev gel wê van êrîşên namerdî yên AKP'ê û dewleta faşîst qebûl neke û heta dawiyê li ber xwe bide... Weke Tevgera Azadiyê em vê dibêjin; Madem Erdogan bi lîstikeke mezin dilîze, wê zêde winda bike." -
Li Dersîmê ji bo 13 gerîlayan dikan nehatin vekirin
Ji ber ku di şerê Dersîmê de 13 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan, dikandarên bajêr îro derabeyên dikanên xwe venekirin. -
Şerê li navenda Kerkûkê dewam dike
Li navenda bajarê Kerkûkê, şerê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê rû da, dewam dike. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Nas hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Leyla Nas bi merasîmekê hat veşartin. Di merasîmê de dirûşma "Şehîd namirin" hat qîrîn. -
'Xeyalê Erdogan û Bahçelî wê di ber wan de bimîne'
Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê YNK'ê li Kerkûkê Hoşyar Ebdurrahman destnîşan kir, ku xeyalên Erdogan û Bahçelî yên li ser Mûsil û Kerkûkê wê ti carî pêk neyên. -
Di bin navê Rewşa Awarte de li Dersîmê xweza tê talankirin
Dewleta Tirk, bi bahaneya Rewşa Awarte dixwaze têkiliya mirovan a bi xwezayê re ji holê rake. -
Malbatê qala pêşengê pêngava Çelê Serhed kir
Malbatê qala Fermandarê HPG'ê Serhed (Serhed Guneş) ê di pêngava Çelê de şehîd bû, kir. Malbat dibêje, "Ji dest dayîna ewladekî zor e, lê em neçar in ji bo Kurdistanê li ber xwe bidin." -
Prof. Dr. Bozarslan: Tirkiye mîna mayineke serserî li ber teqînê ye!
Prof. Dr. Bozarslan diyar kir, Tirkiye veguheriye mayineke serserî ya li ber teqînê û got, "Ev jî dike ku DYA û YE hem Tirkiyeyê tehemûl bikin hem jî tecrîd bikin." -
Çeteyên DAIŞ'ê careke din êrîşî Kerkûkê kirin
Li Kerkûkê, DAIŞ'ê êrîşî çeperên parastinê yên hêzên Kurd kir. Ev êrîşa duyemîn ji aliyê hêzên Kurd ve hat şikandin. -
Li Kerkûkê şerekî dijwar diqewime
Çeteyên DAIŞ'ê ber destê sibehê saet di 03:00 de, bi hemwextî êrîşî 3 navendên li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê kirin. Şerê ku piştî vê êrîşê dest pê kir, hê didome. -
Gerîlayê HPG’ê Orak, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Orak ê bi nasnav Bager Tetvan ku di şerê li naçeya Tetwan a Bedlîsê de jiyana xwe ji dest dabû, hate definkirin. -
Saroxan: DYA û Rûsya ji bo destwerdana Tirkiyeyê li hev kirine
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku Amerîka û Rûsya ji bo destwerdana Tirkiyeyê li hev kirine û rêxistinên navneteweyî jî komkujiyên ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tên, qebûl dikin. -
Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker li gundê Kefernayê çalakî
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê û herêmên Şehbayê li hemberî êrîşên artêşa dagirker a Tirkiyeyê yên li ser gundên Efrîn û Şehbayê, li gundê Kefernaya xwepêşandaneke bi heybet li dar xistin. -
‘Ji êrîşên dewleta Tirk hêzên navneteweyî berpirsyarin’
Fermandariya Giştî ya Hêzên Şoreşge, ragihand ku hêzên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker berpirsyarin. -
‘Em ê bi têkoşînê rê li ber azadiya Rêber Apo vekin’
Bayik: Ji milekî têkoşîna gerîla em ê pêş bixin, ji milê din jî wê têkoşîna gel, ya hêzên demokrasiyê pêş bikeve. Bi van têkoşînan em ê rêya azadiya Rêber Apo vekin, bingehê wê amade bikin. -
Li Mûsilê ji çeteyan êrîşa bombeyî
Çeteyên DAIŞ’ê, li Bakûrê Mûsilê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî hêzên Pêşmergeyan kirin. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de gelek Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane. -
YPG: Gelê me di vê berxwedana dîrokî de divê piştgiriyê bide refên YPG’ê
Fermandariya Giştî ya YPG’ê ya Kantona Efrînê: Ji bo herêm ji xeteriyên çeteyên DAIŞ’ê, hevkarên wê Tirkiye û hemû metirsiyan, em bang li hemû gelê dikin ku di li pêşberî vê berxwedana dîrokî piştgiriya refên şervanên YPG’ê bikin. -
Artêşa Tirk gundê keştear bombebaran dike
Artêşa Tirk gundê Keştear ê girêdayî Kantona Efrînê bombebaran dike, bombebaran li ser gund tê kirin hê jî didome. -
HPG: Em ê bibin şopdarê têkoşîna wan
HPG’ê, gerîlayên ku 30’ê Îlonê li nêzî navçeyên Koyûlhîsar a Sêwasê û Mesûdiye ya Ordûyê jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bîr anî û got; “ -
Di serdegirtina Bazîdê de: 2 kes hatin kuştin
Piştî serdegirtina polîsan a li ser Taxa Ûlûyol a li navçeya Bazîd a Agiriyê û şûn de, di şerê ku der kete de 2 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li Ezazê êrîşek li dijî navenda çeteyên girêdayî SÛK’ê hate lidarxistin
Li Ezazê di encama êrîşa li dijî navenda çeteyên Tûgaya Ebû Elî El- Secû yên girêdayî çeteyên SÛK’ê yên herêma Pîzesaziyê de 2 kes hatin kuştin û 15 kes jî birîndar bûn.