Li Mûsilê ji çeteyan êrîşa bombeyî

Çeteyên DAIŞ’ê, li Bakûrê Mûsilê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî hêzên Pêşmergeyan kirin. Hate ragihandin ku di encama êrîşê de gelek Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dane.

Di dema kontrolkirina gundê Naweran ê li bakûrê Mûsilê ya Başîkayê de çeteyên DAIŞ’ê bi 3 Hemirên bombebarkirî êrîşî hêzên Pêşmergeyan kirin. Hêzên pêşmerge 2 Hemir rûxandin, lê belê Hemirek din xwe di nava hêzên Zêrevanî (Hêzên Taybet ên PDK’ê) û Tabûra 7. û 1. Hêzên 80 (Hêza Pêşmergeyên PDK’ê) de teqand.

Di encama vê êrîşa çeteyan de hêjmarek zêde Pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, gelek Pêşmerge jî birîndar bûne.

Navê hinek ji Pêşmergeyên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

Zahîr Salih, Ebdullah Hisên, Serdar Biradostî, Derbaz Nîmet, Karox Selam, Şaxewan Mistefa, Reyîs Hisên Muhacir, Hesen Merûf, Mistefa Gorûnî.