KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Heta ku Sûriye bi temamî ji çeteyan paqij bibe, em ê li ber xwe bidin'
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava: Ev 6 sal in li herêma me, li dijî dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê û El Nûsra berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Heta ku tevahiya Sûriye ji DAIŞ'ê paqij bibe, ev berxwedana dîrokî wê bidome. -
Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mûşê Sayilgan hat binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mûşê Îdrîs Sayilgan ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin. -
Dîcle ya Heskîfê bêhêvî diherike..
Bendava Ilisû ya li ser Ava Dîcleyê tê avakirin, wê Heskîfa xwedî dîrokek 12 hezar salan di bin avê de bihêle. Aboriya bajêr a li ser tûrîzmê jî ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê û Rewşa Awarte têk çûye. -
Li eniya Xazirê şerekî dijwar diqewime
Di çarçoveya operasyona Mûsilê de li eniya Xazir a li rojhilatê bajêr şerekî dijwar diqewime. -
Li 14 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 14 gundên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê derketina derve hat qedexekirin. -
Yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê: Fermandar Evîndar Botan
Fermandar Evîndar Botan, ku di operasyona Sirrînê de dema hewl dida hevalên xwe yên birîndar rizgar bike bi lehengî şer kir û şehîd bû, weke yek ji sembolên YPJ'ê yên berxwedanê, navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsand. -
Jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê hatin xerakirin
Avahiyên li Cizîrê ku li jêrzemînên wan bi sedan mirov hatin şewitandin, êdî nînin. Ev jêrzemînên ku di hiş û mejiyê civakî yê Kurdan de cih girtine, ne tenê kevir, beton û hesin e. -
Kiliç: Em ê li her cihî bi zimanê dayikê perwerdeyê bidin
Ji perwerdekarên Dibistana Ferzad Kemanger a hat girtin Kiliç got, "Em ê her roj li malekê perwerdeyê bidin. Ji ber ku dibistan nayê wateya avahiyekê." -
Qedexeya li Çemçê hate dirêjkirin
Qedexeya kolanan a ku beriya 2 mehan a li bejahiya Çemçê Madûrê hatibû îlankirin, 15 rojan hate dirêjkirin. -
Li Dîlokê teqînekî din rû da
Li Dîlokê teqînekî din pêk hat. -
Di dema derbasbûna wesayîta Alîkarê Fermandarê Alayê de teqîn
Di dema derbasbûna wesayîta Alîkarê Fermandarê Alaya Jendermeyan a Bajarê Rihayê de teqînek pêk hat. -
DAIŞ’ê Dobiq û Soranê ji AKP’ê û çeteyên girêdayî wê re hişt
Çeteyên DAIŞ’ê bajarokê Soran û gundê Dabiq ê stratejîk ê herêma Şehbayê ji AKP’ê û çeteyên girêdayî wê re hişt. -
HPG: 8 leşker hatin kuştin
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star bê navber dewam dikin. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de qasî ku hate zelalkirin 8 leşker hatin kuştin. Dema ku gerîlayek diçû ser peywira xwe jî jiyana xwe ji dest da. -
Hevşaredarê bajarokê Lîzê hate binçavkirin
Hevşaredarê Lîzê yê navçeya Kopê ya Mûşê Mehmet Tanriverdî hate binçavkirin. -
Li Colemêrgê teqîn: Gelek leşker mirin û birîndar bûn
Li ser rêya Colemêrg-Wanê, dema leşkerên Tirk rê kontrol dikirin, teqînekê rû da. Tê gotin, ji ber teqînê gelek leşker mirin e û birîndar bûne. -
Endamê Meclîsê yê ji aliyê Qeyûm ve hat erkdarkirin, hat kuştin
Keya Mehmet Şefîk Dogû, ku ji aliyê qeyûmê dest danî ser Şaredariya Erdîşê ve li şûna endamekî meclîsa şaredariyê hatibû bicihkirin, hat kuştin. -
Li Dîlokê teqînekê rû da
Li Dîlokê, di dema serdegirtina maleke DAIŞ'iyan de teqînekê rû da. Di encama teqînê de 3 polîs mirin, gelek polîs jî birîndar bûn. -
Dadgeha Gel a li Rojava cezayê girtina heta bi hetayê da kujerê jinê
Ebdulrezaq Îbrahîm ê li Rojava jinek kuşt, bi cezayê girtina heta bi hetayê hat cezakirin. Di dadgehê de hat destnîşankirin, ku kuştina jinê bi ti awayî nayê qebûlkirin. -
Daxuyaniya TAK'ê ya li ser çalakiyên li Haymana û Antalyayê
Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) têkildarî çalakiyên li Enqere Hayamana û Antalyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Çeteyan bombe li gundên Um El Hoş û Um El Qura barandin
Çeteyên DAIŞ'ê bombe li gundên Um El Hoş û Um El Qura yên Ezazê barandin. -
Panîka leşkerên Tirk a li Zagrosan dewam dike
"Yek ji operasyonên artêşa Tirk li girên Ronahî û Mergê bû. Piştî ku gerîla bi kleşê, bombe û mayînan bersiv dan vê operasyonê, leşker bi bayê bezê ji herêmê reviyan." -
YBŞ/YJŞ: Divê Iraq me bi fermî vexwîne operasyona Mûsilê
YBŞ/YJŞ: Di van rojan de ku operasyona Mûsilê dest pê dike, em li bendê de hikûmeta Iraqê têkoşîna me ya heyî fermî bike. Lewma em dixwazin hikûmeta navendî helwesta xwe zelal bike û bi awayekî fermî me vexwîne operasyonê. -
Dîmenê çalakiya sabotajê hate weşandin
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Geverê li dijî wesayîta zirxî hat lidarxistin, weşand. Di daxuyaniya li ser çalakiyê de hatibû ragihandin, ev wesayît hatiye rûxandin û 6 leşker hatine kuştin. -
Tirkiyeyê hêzeke nû şand Başîkayê
Li gorî agahiyan, dewleta Tirk ji bo tevlî operasyona Mûsilê bibe, hêzeke xwe ya nû di ser Duhokê re derbasî Başîka kir. -
Dewleta Tirk her dareke li Zapê dişewitîne
Artêşa Tirk di şerê li dijî gerîla de ne tenê gerîla, xwezayê bi temamî hedef digire. Ji ber teknîka di operasyona Ertûşê de tê bikaranîn, xweza tê qetilkirin.