Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mûşê Sayilgan hat binçavkirin
Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mûşê Îdrîs Sayilgan ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Nûçegihanê DÎHA'yê yê Mûşê Îdrîs Sayilgan ji aliyê tîmên taybet ên Tirk ve di serdegirtina malê de hat binçavkirin.
Polîsên dewleta Tirk danê sibehê avêtin ser mala nûçegihanê DÎHA'yê yê Mûşê Îdrîs Sayilgan a li taxa Yeşîlyûrtê.
Polîsên tîmên taybet li nava malê geriya û gef li malbatê xwarin.
Polîsên Tirk ên derî û paceyên xanî şikandin dest danîn ser danîn kamera û alavên teknîkî yên Sayilgan.
Di dema serdegirtinê de polîsên Tirk serê Sayilgan li dîwêr xist û bi lêdanê ew binçav kirin. Sayilgan ê ji serê xwe birîndar bûye, birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.