Hevşaredarê bajarokê Lîzê hate binçavkirin
Hevşaredarê Lîzê yê navçeya Kopê ya Mûşê Mehmet Tanriverdî hate binçavkirin.
Hevşaredarê Lîzê yê navçeya Kopê ya Mûşê Mehmet Tanriverdî hate binçavkirin.
Hevşaredarê bajarokê Lîzê ya navçeya Kop a Mûşê Mehmet Tanriverdî hate binçavkirin. Fermandariya Qereqola Jendermeyan a li Lîzê bi hinceta ku divê îfadeyê bide, gazî li Tanriverdî kir û Tanriverdî li qereqolê hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Tanriverdî li Yekîneya Qomando ya Jendermeyan a Kopê tê girtin.
Di 13'ê Cotmehê de jî Hevşaredara Lîzê Îpek Kaya hatibû binçavkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.