HPG: 8 leşker hatin kuştin

Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Star bê navber dewam dikin. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de qasî ku hate zelalkirin 8 leşker hatin kuştin. Dema ku gerîlayek diçû ser peywira xwe jî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 15’ê Cotmehê saet 11:30’an de gerîlayên me li dijî leşkerên ku ber girê Şehîd Hozan ê girêdayî navçeya Gever a Colemrêgê ve diçûn ji 2 baskan ve çalakiyekî bi bondor li dar xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşeker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk herêm bi obus û hewanan bombe kir.

HPG’ê destnîşan kir ku 14’ê Cotmehê gerîlayên me di saet 18:30’an de li dijî 2 çeperên nîzamiyeyê yên tîmên taybet ku di ketina navçeya Çelê a Colemrêgê de çalakiya dîzî li dar xistin. Di çalakiya ku bi çekên ferdî û bombeyan di navberkî nêzîk de hate lidarxisitin de windahiyên artêşa Tirk hene lê têkildarî jimaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

15’ê Cothemê gerîlayên YJA-Starê di saet 13:00’an de li dijî Girê Qereqolê yê girêdayî navçeya Çelê bi çekên navîn çalakiye li dar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

15’ê Cotmehê di saet 11:30’an de dema ku wesayîtekî zirxî, kepçeyek û komek leşker li girê Qereqola Çete ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê dihat danîn, gerîlayên YJA-Star bi çekên giran çalakiyek li dijî wan li dar xist. Her wiha di vê çalakiyê de jî jimara kuştî û birîndarên artêşa Tirk nehat zelakirin.

HPG’ê diyar kir ku 14’ê Cotmehê artêşa Tirk di saet 20:00’an de li gundên Govikê, Dêr, Karaxpûla, Karabîlay û Aşkîta yên girêdayî navçeya Elbak a Wanê operasyonek dan destpê kirin. Ev operasyon 15’ê Cotmehê danê nîvro bê ku encamekê bigire paşve vekişiya.

HPG’ê wiha got: “11’ê Cotmehê artêşa Tirk a ku li hermêa Şehîrban a Şirnexê operasyona ku dabû destpêkirin piştî 3 rojan ango 14’ê Cotmehê bê encama vekişiya. Têkildarî detayên operasyonê wê agahiyên berfireh piştre bên parvekirin.”

HPG’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

“11’ê Cotmehê artêşa Tirk li herêma Ûranîs a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyonek dabû destpê kirin. Ev herêm di navbera rojên 11-15’ê Cotmehê de ji aliyê balafirên şer, helîkopterên Kobra û obusan hate bombekirin, piştî bombekirinê ji helîkopteran leşker hatine danîna herêmê. 14’ê Cothemê di saet 08:00’an de hêzên me yên gerîla yekîneyekî operasyonê kir hedef û lêxistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin, leşkerek hate birîndarkirin. Operasyona ku hatî destpê kirin hê jî dewam dike.

Di hema Îlonê de li herêma Zagrosê dema ku hevriya me Nûpelda Goyî (Eylem Kaya) diçû ser erka xwe şehîd dikeve.”

NASNAMEYA GERÎLA

Nasnameya gerîlaya ku jiyana xwe ji dest dide wiha ye:

Nasnav: Mûpelda Goyî

Nav û Paşnav: Eylem Kaya

Cihê Jidayîkbûnê: Dihok

Navê Dayîk û Bav: Fatma- Mûhammed

Cih û Dîroka Şehadetê: Îlon 2016 / Colemêrg

...