Li eniya Xazirê şerekî dijwar diqewime

Di çarçoveya operasyona Mûsilê de li eniya Xazir a li rojhilatê bajêr şerekî dijwar diqewime.

Operasyon bi piştgiriya balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî tê meşandin. Li gorî agahiyan, hêzên pêşmergeyan di çarçoveya operasyonê de li eniya Xazirê berê xwe dane gundên di destê DAIŞ'ê de ne.

Li gorî daxuyaniya Berpirsyarê Pêşmergeyan ê Herêma Kurdistanê, 4 hezar pêşmerge ji sê baskan ve danê sibehê cihê xwe di nava operasyonê de girtine. Li gorî agahiyên ku ji aliyê pêşmergeyên li eniya Xazirê cih digirin ve hatine dayîn, li çend gundan di navbera hêzên pêşmerge û çeteyên DAIŞ'ê de şer diqewime.