Jêrzemînên hovîtiyê yên li Cizîrê hatin xerakirin

Avahiyên li Cizîrê ku li jêrzemînên wan bi sedan mirov hatin şewitandin, êdî nînin. Ev jêrzemînên ku di hiş û mejiyê civakî yê Kurdan de cih girtine, ne tenê kevir, beton û hesin e.

Mehmet Tûnç herî dawî gotibû, "Em niha li benda mirinê ne. Bi hilweşandina vê avahiyê re wê mirovahî jî li binê vê jêrzemînê bimîne. Sibe dusib wê bi çi rengî hesabê vê yekê li pêşberî dîrokê bidin, bila hesabê vê bikin. Gelê Cizîrê ev 60 roj in, tevî serma, tî û birçîbûnê jî serî netewand. Lewma mirovên man e, divê bi me serbilind bin. Lê niha li Cizîrê hovîtî tê kirin, li Cizîrê komkujî tê kirin. Lê belê em ê serî netewînin..." Tûnç dema wiha daxivî, tevî hevrêyên xwe di serdemeke ku her kes kor û ker bûbû de, hê nehatibû qetilkirin.

Avahiyên li Cizîrê ku li jêrzemînên wan bi sedan mirov hatin şewitandin, êdî nînin. Ev jêrzemînên ku di hiş û mejiyê civakî yê Kurdan de cih girtin, ne tenê kevir, beton û hesin e.

Li van jêrzemînan komkujiyeke gelekî mezin hat kirin. Ciwan, zarok, jin, bi sedan mirov bi saxî hatin şewitandin. Ev qad, ji bo bîranîn û hesabpirsînê bûye qible.

Bîr û hiş, xwedî karakterekî civakî ye. Cizîr jî bi vî rengî ye. Ya rast, tevahiya jiyaname di kêliyên bi vî rengî ve veşartî ne. Dema bihurî û ya bê jî li vê derê ye. Hilweşandina wan avahî û kolanan wê rastiya ku li Cizîrê mirov hatin şewitandin, neguherîne. Zarokên li Hezexê dibêjin 'Li Cizîrê mirov hatin şewitandin' wê rojekê bi berstûka kujeran bigirin.

Yên serdest bi ti awayî tehemûl nakin, ku mirovên bindest xwedî bîreke zindî û kolektîf bin, ku xwe dispêre tecrûbeyên têkoşîna xwe ya serbixwe. Timî êrîşî cih û nîşaneyên vê bîrê dikin û hewl didin yek bi yek ji holê rakin.

Hewldanên xerakirina goristanên gerîla, qedexekirina qadên bûne nîşane û pêşîgirtina li bîranînan, ji bo astengkirina bîra civakî ne.

Li Cizîrê jî bi jêbirina şopên dema bihurî re dixwazin bidin ji bîr kirin. Dixwazin bêjin; me kuşt lê hûn ji bîr bikin, bi travmaya vê bijîn.

Nîetzsche dibêje 'ewilî ya bi êş tê bîra mirovan'. Bîranînên me yên bi êş û dilşewat di heman demê de rêya me ya berê xwe li azadî û bedewiyê ye. Ji ber ku serdest hewl dibin bi jibîrkirinê re hebûna xwe bidomînin.

Herî dawî ew bombeya li Dîlokê hat teqandin û bi dehan zarokên hatin kuştin. Kîjanî ji me çend rojan şîna bi dehan zarokên bedena wan parçe bû, girê dan? Em bînin bîra xwe; çend rojan em li ser vê mijarê axivîn?

Gelo hûn dizanin, ku piştî komkujiya li Dîlokê, şaredariyê bi rengê spî kolana komkujî lê hat kirin, boyax kir? Mîna ku bîranînên xweş di nav de veşartî ye, ew kolan niha spî ye.. Halbûkî li wê kolanê, zarokên bedew hatin qetilkirin.

Serdest, li ser sûcê kuştinê desthilatdariya xwe ava dikin. Ya ku dike ew bi hev re tevbigerin, hevkariya sûc e. Ya ku wan ji me cihê dike, ew tişt e ku me dike yek. Li her devera cîhanê, kujerên êrîşî mirovahiyê dikin, ji heman malbatê pêk tên.

Li Elmanya Nazî, sûcdarê şer ê Nazî Adolf Eîchmann ku berpirsyarê sereke yê sirgûn, komkirin û qetilkriina Yahûdiyan berpirsyar bû, di sala 1960'î de li Arjantînê hat girtin û li Qûdisê hat darizandin. Eîchmann di dema darizandinê de got, "Ji bo payeya min bilind bibe, min wezîfeya xwe kir." Rojekê wê kesê fermana komkujiyê li Cizîrê da û komkujî kir heman tişt bigota "Min ferman bi cih anî." 

Gelo em ê çi bersivê bidin 'Çima me nekarî Mehmet Tûnç rizgar bikin?' Gelo bi tenê kujer sûcdar in? Li Cizîrê para temaşekeran çi ye?

Gelo her komkujî ji ber hesabnepirsîna ji komkujiya beriya xwe cesaretê nagire?

Cih, ji aliyê bîra kolektîf û têkoşîna hevpar ve yek ji qadên herî krîtîk in. Hewl tê dayîn, bîra civakan bi her awayî were hilweşandin. Divê em teşhîr bikin, bibîr bînin û hesab bipirsin.

Yek ji kesên li jêrzemînan jiyana xwe ji dest da, bavê şeş zarokan Mahmût Dûymak ê 51 salî bû. Em ê wî her tim bi ala spî ya di destê wî de û dilê wî yê mezin bibîr bînin.

Kurê wî Firat Dûymak ê li Cizîrê dijî, da xuyakirin, ku cihê jêrzemîn lê bûn hatine xerakirin û destnîşan kir, ku ew şahidê komkujiyên dewletê yên li Cizîrê ye û ew ê ti carî ji bîr neke.

...