Daxuyaniya TAK'ê ya li ser çalakiyên li Haymana û Antalyayê
Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) têkildarî çalakiyên li Enqere Hayamana û Antalyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) têkildarî çalakiyên li Enqere Hayamana û Antalyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya TAK’ê de wiha hate gotin:
"08.10.2016'an li ser rêya Enqere Haymana hevrêyên me Guven Amara Roj (Leyla Basut) û Harûn Amed (Harûn Aslan) şehîd bûne.
Di şerê dîrokî de ku me li dijî TC’ê ya faşîst dikir hevrêyên me Guven û Harûn ku di amadekariya çalakiyê de bûn ketin bin venêrana dijmin. Di dema operasyona dijmin de her du hevrêyên me bi şehîdbûnê bersiv dan banga dijmin a îxanet û bindestiyê û bi lehengî li gorî vê biryarê tevgeriyan.
Hevrêyên me Guven û Harûn careke din nîşan dan ku ciwanên Kurd ên leheng wê destê xwe ji dijmin re raneke û xwe navêje ber bextê dijmin. TAK rêxistina şervan a vê xeta berxwedana dîrokî ye, vê rêgezê di her şert û mercî de wê pêk bîne.
Di çalakiya tolhildanê ya Antalyayê de polîs hatine hedefgirtin û 5 polîsên TC’ê ya faşîst hatine kuştin. TC vê rastiyê bi hevkarê xwe yê sûc çapemeniya xwe vedişêre.
TAK wê li ser şopa Guven û Harûn be, çalakiyên tolhildanê wê xurt bike, bidomîne û ji hemû navendê faşîzmê hesab bipirse.
TÊKILDARÎ HEVAL AMARA ROJ
Heval Guven Amara Roj weke zarokeke Sêrtî, bi hîsên welatparêziyê mezin bûye, di ciwantiya xwe de bi rêxistinbûyî tevlî nav têkoşînê bûye, 2005’an beşdarî nava refên Tevgera Azadiyê bûye. Di Tevgera Azadiyê de gelek salan xebatên girîng pêk anîne. Hevrê Guven ku her diçû dixwest çalakiyên bibandortir li ser dijmin bike, 2011’an kete nav refên TAK’ê. Ji wê demê ve di gelek xebatan de cih girtiye, di gelek serketinan de cihê xwe dîtiye. Hevrê Guven ku hemû rêgezên fedayîbûnê di xwe de vedihewand, di hemû kêliyên jiyana xwe de bûye nûnera dilsoziya bi Rêbertî re, ev jiyana xwe ya hevgir, heta 08.10.2016’an bi helwesta xwe ya ku li dijî radestbûnê nîşan dayî, ev nemir kiriye.
HEVAL HARÛN
Heval Harûn li Licê, li derdoreke welatparêz gihaye, ji bo têkoşîna dijî faşîzmê refên TAK’ê hilbijartiye, zû dest bi peywirê kiriye. Hevrê Harûn ku ji roja pêşî ve dixwest hêrsa xwe vereşê ser dijmin, li ser vê bingehê di tîmê tolhildanê de cihê xwe dîtiye. Li gel temenê xwe yê ciwan jî, Hevrê Harûn ku bi tevlîbûna xwe derket pêş, 08.10.2016’an li dijî radestbûnê şehîdbûn hilbijartiye û bûye sembola ciwanên Kurd ên leheng.’’
Nasnav: Guven AMARA ROJ
Nav paşnav: Leyla Basut
Dem û cihê ji dayikbûnê: 1985 / Sêrt
Navê Dê: Hakîme
Navê Bav : Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 08 Cotmeh 2016 – Rêya Enqere Haymana