BI DÎMEN

Panîka leşkerên Tirk a li Zagrosan dewam dike

"Yek ji operasyonên artêşa Tirk li girên Ronahî û Mergê bû. Piştî ku gerîla bi kleşê, bombe û mayînan bersiv dan vê operasyonê, leşker bi bayê bezê ji herêmê reviyan."

Roja destpêkê ya hatim Zagrosê, ket bîra min. Gerîlayekî wiha gotibû, "Eger tu ji van çiyayan hez bike, ew ê jî ji te hez bikin. Wê hembêza xwe ji te re veke û te biparêze. Lê eger tu ji Zagrosan hez neke, ew ê jî ji te hez neke û te venehewîne. Ji ber ku Zagros hezkiriyên xwe hembêz dike, yên hez nake jî diqewirîne."

Yên ku hewl bidin evîna gerîlayan a ji bo Zagrosan, yebkûna gerîla û çiyê vebêjin, divê zanibin ku hevrok û vegotin wê kêm bimîne. Ji ber ku bi qasî gerîla, rewşeke nepen a çiyayên Zagrosê jî heye. Di demên dawî de yên dixwazin vê nepeniyê eşkere bikin, derdikevin holê.

Dewleta Tirk a ku bi salan e axa Kurdistanê dagir kiriye, gel talan kiriye û daristnan dişewitîne, ev demeke berê xwe daye Zagrosan. Ji her alî ve xuya dibe ku artêşa Tirk ne ji vê axê ye. Artêşa Tirk a ji bo dagirkerî û talanê bi çiyayê Zagrosê ve ketiye, dema lê dialiqe dest bi sixêfan dike, dema li zinar û kendala asê dimîne, dest bi girî û gazinan dike.

Berî em qala rewş û perîşaniya Mehmetcîk a li Zagrosan bikin, pêwîste mirov tiştekî bibîr bixînin.

Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, di nava artêşê de paqijiyeke berfireh hat kirin. Hikûmeta AKP'ê, ji bo vê valahya li nava artêşê dagire, bi lez û bez 'Balyoziyên' li girtîgehê yekser dexist û ji nû ve danî ser serê artêşê. Ev 'endamên Balyozê' bi salan e li dijî PKK'ê operasyonan dimeşînin. Bi heman rê û rêbazê, li dijî hemû qadên gerîla dest bi operasyonê kir.

Hêzên gerîla yên vê rêbazê nas dikin, bêguman wê bi rengekî rûniştî ne li benda leşkeran bûna. Bêguman wê bihatina pêşwazîkirin. Yek ji operasyonên artêşê ku di 26'ê Tebaxê de dest pê kirin, li girên Ronahî û Mergê bû. Piştî ku gerîla bi kleşê, bombe û mayînan bersiv dan vê operasyonê, leşker bi bayê bezê ji herêmê reviyan.

Leşkerên Tirk piştre careke din hewl dan xwe bigihînin ser Girê Ronahî. Fermandar Celal qala rewşa leşkeran dike: "Leşkerên TC li Girê Ronahî ji her demê bêhtir di rewşeke zehmet de ne. Ji ber ku nikarin hilkişin ser gir, sixêfan li fermandarên xwe dikin. Meşa bi çend gavan a li vî girî, ji bo wan veguheriye îşkenceyê. Ji xwe bi tena serê xwe jî nikarin bimeşin. Bi destê hev digirin û bi vî rengî dimeşin."

Fermandar Celal anî ziman, leşkerên li ser gir her tim di nava tirs û panîkê de ne û got, wî ev yek bi xwe dîtiye.

Fermandar Celal da xuyakirin, ku li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan, di rojên dawî de 2 fermandarên ku hewl didan wan derxînin ser gir, îstifa kirine û wiha dewam kir: "Eger fermandar nikare derkeve ser gir, wê leşker çawa derkeve ser. Wê çawa lê bijîn? Ji bo vê tirs û xofê ji ser leşkeran bavêjin, hemû qereqolên li derdorê bi şev û roj obus û hawanan davêjin gir û bi tankan bombe dikin. Lê belê tirs ji nava dilê wan dernakeve, ji ber ku pêjna gerîla timî li nêzî wan e."

Gotinên fermandar Celal û tiştên me dîtin, gotina "Eger tu ji Zagrosan hez neke, ew ê jî ji te hez neke û nehêle tu lê bimîne" careke din piştrast dikin.

Di herikîna dîrokê de gelek fermandaran xwestin xwe bigihînin Zagrosan. Lê ti ji wan nekarî lê bimînin. Çiyayên Zagrosan ti ji wan qebûl nekir. Gerîla ne di navê de. Ji ber ku ew evîndarê vê derê ne. Ji bo vê evîna xwe, xwîna xwe rijandin.

Leşkerên Tirk ên di dema dawî de hatine, wê nikaribin li Zagrosan bimînin. Dema hatin Zagrosan qet hesab nekirin ku li vê derê çawa dikarin bijîn. Ji ber ku ji axa Zagrosê hez nakin, Zagros jî wan qebûl nake. Çi zû çi jî dereng, wê wan venehewîne. Artêşa Tirk qet hesabê vê nekiriye.

...