NÛ BÛ II

Li Dîlokê teqînekê rû da

Li Dîlokê, di dema serdegirtina maleke DAIŞ'iyan de teqînekê rû da. Di encama teqînê de 3 polîs mirin, gelek polîs jî birîndar bûn.

Li taxa Beşyuzevler a Dîlokê îro saet di 12:45'an de di dema serdegirtina maleke DAIŞ'iyan de teqînekê rû da. Hat îdîakirin, ku piştî teqînê endamên DAIŞ'ê li dijî polîsan şer kirine.

Di bûyerê de 3 polîs mirin, gelek polîs jî birîndar bûn ku rewşa tenduristiya piraniya wan giran e.

Hat ragihandin, DAIŞ'iyên li malê jî hatine kuştin.