Dadgeha Gel a li Rojava cezayê girtina heta bi hetayê da kujerê jinê
Ebdulrezaq Îbrahîm ê li Rojava jinek kuşt, bi cezayê girtina heta bi hetayê hat cezakirin. Di dadgehê de hat destnîşankirin, ku kuştina jinê bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Ebdulrezaq Îbrahîm ê li Rojava jinek kuşt, bi cezayê girtina heta bi hetayê hat cezakirin. Di dadgehê de hat destnîşankirin, ku kuştina jinê bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Kesê bi navê Ebdulrezaq Îbrahîm di 2'ê Sibata 2016’an de ji bo gendelî û fêlbaziya wî eşkere nebe, kesa bi navê Henan Îbrahîm kuşt.
Dadgeha Gel rûniştina destpêkê ya dozê danê vê sibehê li navenda Akademiya Celadet Bedirxan a li bajarê Qamişlo pêk anî Rûniştinê heta saet 16.00 dewam kir.
Ji hemû saziyên civaka sivîl nêzî 80 kes amade bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, dosyayên tewanbar Ebdulrezaq Îbrahîm û hevkarê wî Îbrahîm Hisên Kûsa yên der barê kuştina vê jinê û veşartina cenazeya wê de hatin xwendin.
Piştre li her du tewanbaran hate guhdarîkirin, gelê ku li vir amade bûye jî ji Dozgeriya Giştî û ji tewanbaran pirsên xwe kirin.
Piştî gotûbêjên berfireh di navbera gel, dozgerî û tewanbaran de bi piranî kesên beşdar ev hukm erê kirin ku Ebdulrezaq Îbrahîm heta bi hetayê li girtîgehê de bimîne û Îbrahîm Kûsa jî salekê girtî bimîne.