Yek ji nîşaneyên berxwedana Kobanê: Fermandar Evîndar Botan

Fermandar Evîndar Botan, ku di operasyona Sirrînê de dema hewl dida hevalên xwe yên birîndar rizgar bike bi lehengî şer kir û şehîd bû, weke yek ji sembolên YPJ'ê yên berxwedanê, navê xwe li rûpelên dîrokê nivîsand.

Evîndar, ku malbata wê ji navçeya Elkê ya Şirnexê koçî Edeneyê kir, di sala 1991'ê de li navçeya Seyhan a Edeneyê ji dayik bû. Zarokatiya Evîndar li taxa Daglioglû derbas bû, ku têkoşîna PKK'ê di salên 1990'î de bandoreke xurt li vê taxê kir û ji vê derê gelek tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû. Li taxa Daglioglûyê, ku li dijî hêzên dewletê gelek çalakî hatin lidarxistin û gel rabû serhildanê, Evîndar jî di temenê xwe yê ciwantiyê de cihê xwe li nava rêxistinbûna taxê girt.

Evîndar keça yekane ya malbatê bû. Hestên xwe yên şoreşgerî bi serhildêriya Botanê re kir ye û hê di emrê zarokatiyê de li ber rewşa feodal û serdestiya mêr rabû.

BI SEKNA XWE YA SERHILDÊR RE BÛ PÊŞENGA XWEZAYÎ YA CIWANAN

Evîndar bi sekna xwe ya serhildêr, biryardar, kedkar û pîvanên xwe yên jiyanê, li derdorê gelekî dihat hezkirin. Di demeke kurt de li taxê bû pêşengeke xwezayî ya ciwanan. Li dijî asîmîlasyona li metropolên Tirkiyeyê, xwedî li nasnameya Kurdistanî derket û ji bo dotmam-pismamên xwe jî tevlî nava têkoşînê bike, ket nava hewldanên mezin. Bandoreke mezin li dotmam-pismamên xwe kir ku piştre ji Edeneyê tevlî nava refên PKK'ê bû. Dotmama wê Sorxwîn, ku Evîndar bandoreke xurt lê kiribû û bi hev re tevdigeriyan, di sala 2010'an de berê xwe da çiyê û tevlî nava refên gerîla bû. Evîndar di vê demê de xebatên li nava bajaran dimeşand û piştre di sala 2011'an de mîn Sorxwîn berê xwe da çiyê û bû gerîla.

EVÎNDAR TEVLÎ ŞOREŞA ROJAVA DIBE

Piştî 3 salê li çiyê Evîndar di destpêka sala 2014'an de ji bo tevlî Şoreşa Rojava bibe tê Kantona Cizîrê. Li vê derê dotmama xwe dibîne. Dotmama wê piştî Evîndar tê Rojava û tevlî nava refên YPJ'ê dibe. Lê haya Evîndar ji tevlîbûna wê nîne. Evîndar li Rojava dotmama xwe dibîne û pê dihese ku bi bandora wê tevlî bûye. Evîndar li gelek herêmên Rojava li ber xwe da û piştre bi destpêkirina êrîşa Îlona 2014'an re berê xwe dide Kobanê. Li vê derê, li dijî êrîşa herî berfireh a çeteyên DAIŞ'ê li eniya rojava, bi rengekî fedayî li ber xwe dide.

FERMANDARA FEDAKAR, KEDKAR Û DILNIZM A KOBANÊ

Di meha Îlonê de ku çeteyên DAIŞ'ê ber bi navenda bajêr ve dihatin, Evîndar bi hêrseke mezin li eniya rojava li ber xwe dida û biryardariya berxwedanê dida hevalên xwe. Di berxwedana pêşeng de, ku YPJ'ê ya li eniya rojava nîşan da, ked û bandora Evîndar gelek e. Evîndar weke yek ji fermandarên efsanewî yê şerê nava bajêr, navê xwe li berxwedana Kobanê dinivîsîne.

Evîndar di şerê bajêr de ne tenê li çeperan li ber xwe dida, di her kêliyê de li her cihî ji bo her karî ked dida. Carna ji bo peydakirina elektrîkê li ser jeneratorê bû, carna xwarin çêdikir, carna ji bo hevrêyên xwe agir dadida.

FERMANDARA KU TAYBETMENDIYA XWE YA ZAROKATIYÊ WINDA NEKIR

Evîndar ji aliyekî ve xwedî sekneke gihîştî û cidî bû, ku bi erka diyarkirina dîroka gelekî radibû, li aliyê din jî hest û paqijiya zarokatiya xwe diparast. Fermandar Evîndar, li Kobanê ku her roj bi sedan topên hawanê lê diket, her zindî bû, henek bi hevalên xwe re dikir û bi gogê dilîst. Evîndar digot, 'Min ti carî destûr neda ku şer xeyalên min ên zarokatiyê tine bike, ez ê destûrê nedim'.

Tevî vê taybetmendiya xwe ya zarokatiyê, di heman demê de bi cidiyet, dîsîplîn, biryarên xwe yên di cih de û performansa xwe ya fermandariyê, Evîndar di şerê bêeman ê Kobanê de derdiket pêş.

HETA KU ŞERVANÊN XWE LI CIHEKÎ EWLE BI CIH NEDIKIR, NEDIÇÛ BIRYARGEHÊ

Evîndar berî li biryargehê vegere, yek bi yek şervanên xwe didît, bi wan re diçû heta cihê biçin û piştî ku piştrast dibû şervanên wê li cihekî ewle ne, vedigeriya biryargehê. Fermandar Evîndar di heman demê de bi rojnamevanên ku ji bo şopandina nûçeyan dihatin eniyê re eleqedar dibû, ew dibir cihê dixwazin biçin û bi vî awayî jiyana ti şervanan nedixist nava xeteriyê. Fermandar Evîndar li Kobanê dihat wateya ked û çareserkirina hemû pirsgirêkan.

'EM BI RENGEKÎ HUNERÎ LI BER XWE DIDIN HEVAL...'

Evîndar, ji rojnamevanekî tê Kobanê ji bo şer bişopîne, amûra li muzîkê dixe, digire. Li çeperên şer pêbihîstoka vê amûrê dixist guhê xwe û digot, "Ez hez dikim, ku dema li ber xwe didim, li muzîkê guhdarî bikim. Em bi rengekî hunerî li ber xwe didin heval..."

EVÎNDAR BIRÎNDAR DIBE

Fermandar Evîndar di berxwedana bajêr a Kobanê de li refên herî pêş li ber xwe dide û birîndar dibe. Li herêma eniya rojhilat, di meha Mijdarê de dema hewl dide êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya bi wesayîta bombebarkirî têk bibe, birîndar dibe. Tevî ku hevalên wê jê dixwazin ji Kobanê derkeve, ew bi birîndarî li Kobanê dimîne û berxwedana xwe didomîne.

EVÎNDAR LI BERXWEDANA GUND E

Fermandar Evîndar, ku di şerê bajêr ê Kobanê de bi roleke girîng rabû, piştî rizgarkirina navenda bajêr, bêyî bêhnê vede tevlî pêngava rizgarkirina gundan dibe. Yek ji fermandarên pêşengî ji operasyonên paqijkirina gundên Kobanê dikirin, Evîndar bû. Evîndar li vê derê mora xwe datîne binê serketinên gelekî mezin û rola YPJ'ê ya di berxwedana Kobanê de di asta pêşengiyê de xurt dike.

YPJ di bihara 2015'an de li hemû eniyan derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixe. Yek ji pêşengên vê serketinê Evîndar e. Evîndar di meha Gulanê de weke fermandara tabûrê derbasî eniya başûr dibe. Di operasyonên rizgarkirinê yên li vir de serketineke mezin bi dest dixe. Gundên li derdora bajarê Sirrînê yek bi yek tevî hevalên xwe rizgar dike.

NAXWAZE LI PIŞT BIMÎNE

Fermandar Evîndar li refên herî pêş ên eniya başûr, moral û hêzeke mezin dide berxwedanê. Fermandarên YPJ'ê ji Evîndar re dibêjin, divê hinekî li paş bimîne. Lê Evîndar bi biryardarî li refên pêş cihê xwe digire û vê pêşniyara fermandaran qebûl nake.

EVÎNDAR LI REFÊN HERÎ PÊŞ ŞEHÎD DIBE

Di meha Tîrmehê de, dema operasyon ber bi bajarê Sirrînê ve dimeşe, agahî tê ku komek ji şervanan birîndar bûne. Evîndar dixwaze bi xwe biçe. Bi çend şervanên YPG û YPJ'ê re diçe cihê birîndar lê ne. Koma bi fermandariya Evîndar dema xwe digihîne cem birîndaran, ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tê dorpêçkirin. Evîndar û hevalên wê li vê derê bi saetan li dijî çeteyan li ber xwe didin, teslîm nabin û heta fîşeka dawî şer dikin. Evîndar temamiya koma xwe rizgar dike û tevî şervanê YPG'ê Yilmaz bi lehengî şer dike û şehîd dibe.

Evîndar Botan bi rûkenî, kedkarî, berxwedêrî û tecrûbeya xwe ya fermandariyê re, weke yek ji pêşengên YPJ'ê yên berxwedana Kobanê, weke sembolekê navê xwe di dîroka têkoşînê de dinivîsîne.

...