BI DÎMEN

Dewleta Tirk her dareke li Zapê dişewitîne

Artêşa Tirk di şerê li dijî gerîla de ne tenê gerîla, xwezayê bi temamî hedef digire. Ji ber teknîka di operasyona Ertûşê de tê bikaranîn, xweza tê qetilkirin.

Di operasyonên ku weke 'Şerê Sînor' tê binavkirin de, artêşa Tirk hewl dide her dareke li Herêmên Parastinê yên Medyayê bişewitîne. Rojane bi dehan hawan û obusan davêje herêmên ku qet gerîla lê nîne. Bi vî awayî herêmê dişewitîne.

Ji ber roketên di operasyonên herêma Ertûşê de tên bikaranîn, şewata li herêmê roj bi roj li qadeke berfireh belav dibe.