Dîcle ya Heskîfê bêhêvî diherike..

Bendava Ilisû ya li ser Ava Dîcleyê tê avakirin, wê Heskîfa xwedî dîrokek 12 hezar salan di bin avê de bihêle. Aboriya bajêr a li ser tûrîzmê jî ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê û Rewşa Awarte têk çûye.

Bendava Ilisû ya li ser Ava Dîcleyê tê avakirin, wê Heskîfa xwedî dîrokek 12 hezar salan di bin avê de bihêle. Aboriya bajêr a li ser tûrîzmê jî ji ber polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP’ê û Rewşa Awarte têk çûye.

Ji ber vê rêveçûna xirab gelek dikandaran derabeyên xwe danîne, her wiha yên dest ji Heskîfê berdane jî çêbûne. Li gel van rewşên neyênî jî bi girtina Kelha Heskîfê jî eleqeya li beramberî navçeyê gelekî kêm bûye.

Dikandar ê dibêje tûrîstê were jî ti cihê bigere nabîne, difikire ku bidawîkirina jiyana li Heskîfê encama polîtîkaya taybet a dewletê ye. 

Restorekirina pir û bermahiyên din ku wê di bin avê de bimînin jî pirsek mezin e di serê şêniyên navçeyê de. Her çiqasî hinan bi dengekî bilind gotin, “şîrketên restorasyonê AKP’î ne”, dîsa jî naxwazin zêde têkîldarî mijarê biaxivin. Halê welêt malûm e.

Qeymeqamê Navçeyê dibêje, “Jixwe emrê bendê kurt e, lewre jî dema pir di bin avê de ma, wê kevirên wê ranebin û saxlem bimînin. Ji bo piştî avê xwe kişand jî em karibin dîsa bi kar bînin restore dikin” û li gor xwe henekê xwe bi mejiyê me dike.

Apên Heskîfî dibêjin, “Ê, eger temenê wê kurt be, bi restorekirinê hûn rantê didin kê?” Hin ji wan jixwe ji ber mal û eraziyên wan ji hêla dewletê hatine desteserkirin li pey dadgehê ne.

Girtina Kelha Heskîfê ya dîrokî, lokanta û kafeyên li rex avê, jixwe rewşa bajêr bi awayekî eşkere datîne ber çavan.

Rêberê tûrîstan Alî Koç ragihand ku herî kêm rojê 6 komên tûrîstan serdana bajêr dikin, wiha dewam kir; “Dema kelhe vekirî bû, heta nava gelî jî digeriyan. Niha mehê komek tûrîst jî bên em keyfxweş dibin. Êdî ew jî nayên. Tûrîstên ku dibihîzin deriyê kelheyê girtiye, navçeyê diterikînin. Tûrîstên tên vir, dixwazin kelhê, bermahiyên dîrokî bibînin. Ji ber nêzî 5 sal in kelhe girtiye, eleqeya ji bo navçeyê her ku diçe kêmtir dibe.”

Beriya 5 salan ji ber bi ser yekî parçeyek kevir ketiye, ketin û derketinên vir jî bi hinceta “ewlehiyê” hatine girtin. Dihat payin ku bi restorasyonê dîsa bê vekirin, lê tevî ewqas dem bihurî jî hê ti xebatan dest pê nekiriye, her wiha ketina wê jî nehatiye vekirin.

Dikandar Ahmet Kaygin anî ziman ku li van deran ji dayik bûye û gihaye, wiha dewamî da axaftinê; “Heskîf, demên xwe yên herî xirab û bêruh dibîne. Şer û Rewşa Awarte qira Tûrîzmê anî. Ji bo kelheyê û gelî dihatin, lê ew jî bi salan e girtîne. Hûn jî dibînin, hevalên dikandar jî yek bi yek dikanên xwe digrin û diçin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û neçin, lê heta kengî wê berdewam bike, em jî nizanin.”

Li gor lêkolînan, eger Heskîf wek bermahiyekî tûrîstîk bê nirxandin wê dahatûyek ji bendavê hê zêdetir bi xwe re bîne. Aktîvîstên havîrdor ji bo ev der bibe muzeyek servekirî, ji bo bermahiyên dîrokî neyên texrîbkirin, ev demek dirêj e têdikoşin. 

Her çiqasî rayedarên dewletê bi daxuyaniyan ve dibêjin wê bermahiyên dîrokî  veguhezînin jî, bermahiyên ku bi parçekirinê wê cihê wan bê guhertin, ji resentiya xwe dibin û wê nebin wek berê.

Dîsa tê zanîn ku Tirba Zeynel Beg a dîrokî ku li Heskîfê ye û salên 1460’î de hatiye avakirin, wê bê veguhestin. Ji ber gor tirbe, ji derve sîlîndîr e, di hundir de jî 8 qorzî ye, ti îhtîmalên parçekirin û dîsa yekkirinê nahêle. Ji bo van bermahiyên ku tenê bi sîstemîn bi ray tên veguhestin, arkeolog diyar dikin ku bi baca heyî ve ev veguhestina ne mimkûn e.

Li qûntarê Heskîfê, em li dengê Ava Dîcle ya van rojan bêdeng diherike guhdar dikin. Ji me re dibêje ku erdnîgarî qeder e, êşên para xwe dijî. Ji bo guhên lê guhdar dibêje, bi hêviyan li benda siberojê ye, yên hêviyan didin wê rojekê rojên xweş bînin. Bila Heskîf tine nebe!