Kiliç: Em ê li her cihî bi zimanê dayikê perwerdeyê bidin
Ji perwerdekarên Dibistana Ferzad Kemanger a hat girtin Kiliç got, "Em ê her roj li malekê perwerdeyê bidin. Ji ber ku dibistan nayê wateya avahiyekê."
Ji perwerdekarên Dibistana Ferzad Kemanger a hat girtin Kiliç got, "Em ê her roj li malekê perwerdeyê bidin. Ji ber ku dibistan nayê wateya avahiyekê."
Ji perwerdekarên Dibistana Ferzad Kenager a ji aliyê AKP/Qesrê ve hat girtin Nebî Kiliç, ji ANF'ê re axivî.
Kiliç bibîr xist, ku Dibistana Ferzad Kemanger di sala 2011'an de, ji aliyê deh mamosteyan ve bi desteka gel hatiye vekirin. Kiliç da xuyakirin, ku ji roja destpêkê ve wan bi zimanê dayikê û bi rengekî alternatîf perwerde dane û got, "Em deh mamoste li hev civiyan û avahiya ku berê weke Mala Piştgiriya ji bo Perwerdeyê ya Ferzad Kemanger dihat bikaranîn, veguherand dibistana seretayî. Me nava avahiyê gelekî guherand, lê pêwîstî bi guhertina nav nedît. Ji ber ku ev nav xweş li karê me dihat. Weke ku tê zanîn, Ferzad Kemanger mamosteyek bû, ku li Îranê mal bi mal, tax bi tax digeriya û bi şev û bi roj ji bo perwerdeyê bide zarokan têdikoşiya, di vê oxirê de canê xwe feda kir."
'ME PERWERDEYEKE ALTERNATÎFÊ SÎSTEMÊ AFIRAND'
Kiliç da zanîn, ku dibistana wan bi 100 xwendekaran dest pê kir, lê piştre hejmara van zarokan zêdetir bû û wiha dewam kir: "Me bi pênc polên ji 20 xwendekaran dest bi perwerdeyê kirin. Yek ji van polan pola destpêkê, çar jî polên yekemîn bû. Ji sîstema polan heta hejmara dersan, me rêbazek ji dibistanên dewletê cudatir bi kar anîn. Li her polekê sê mamosteyên polê, wêneyan û muzîkê hebûn. Ji bo ders bêhtir berhemdar be, kursî û maseyên li polan bi rengê 'U' hatin bicihkirin. Wekî din, dersên wêne û muzîkê, li şûna li dibistanê me li atolyeyên wêne û muzîkê dan, ku bêhtir berhemdar bin. Pirtûkên me yên dibistanê jî ji aliyê komîsyoneke me ve bi zimanê Kurdî li gorî asta zarokan hatin amadekirin."
Kiliç diyar kir, ji roja destpêkê ve xeteriya girtinê li ser dibistanê hebû û got, "Dibistana Ferzad Kemanger berî dest bi perwerdeyê bike, deriyê wê hat mohrkirin, lê hem xwendekaran, hem malbatên wan hem jî gel hat mohra dewletê lê xistibû rakirin. Lê wezîfedarên dewletê ev mohr careke din pê ve kirin. Ev bûyer pênc caran bi vî rengî dubare bû û di awiya dawî de gel mohr şikand û ket hundir. Heta roja Yekşema buhirî, me bi zimanê Kurdî perwerde didan zarokan. Di nava sê salan de hejmara me timî zêde bû. Ji pola destpêkê heta ya sêyemîn, bi giştî 230 xwendekarên me bi rengekî serketî perwerde dîtin."
'ZAROK Û MALBATÊN WAN BI BIRYAR IN'
Kiliç bal kişand ser nerazîbûna xwendekaran û malbatên wan a ji ber girtina dibistanê û got, "Ti ji şagirtên me naxwazin biçin dibistanên dewletê. Malbatên wan jî bi qasî van zarokan bi biryar in, ji ber ku haya wan ji gava cidî ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê heye. Em jî hewl didin dilê malbatan û zarokan xweş bikin û li rê û rêbazên dewamkirina perwedeya bi zimanê dayikê digerin. Ji aliyekî ve ji bo rakirina mohra girtinê danûstandinên me yên bi Walî re dewam dikin, li aliyê din em li avahiyeke nû digerin. Eger ev her du alternatîf jî pêk neyên, em ê her roj ji mala malbatekê perwerdeya xwe bidomînin. Jİ ber ku perwerde nayê wateya avahiyê."
'HER KES DIKARE BAFIRÎNE...'
Perwerdekar Nebî Kiliç herî dawî bang li hêzên demokratîk kir û got, "Ji axaftina bi zimanê dayikê ya zarokekî xweştir, tiştek nîne. Bifikrin, zarokên ku em wan perwerde dikin, 20 salan bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê dibînin. Ji ber vê yekê divê em nehêlin destketiyên me yên bi têkoşîneke mezin li qada perwerdeya bi zimanê dayikê hatine bidestxistin, neyên talankirin. Divê her kes li gund, gundikan, bajar û her devera lê dijîn ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê têbikoşin û bi rêbazên Ferzad Kemanger modelên perwerdeyê bafirînin."