'Heta ku Sûriye bi temamî ji çeteyan paqij bibe, em ê li ber xwe bidin'

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava: Ev 6 sal in li herêma me, li dijî dijminên mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê û El Nûsra berxwedaneke dîrokî tê nîşandan. Heta ku tevahiya Sûriye ji DAIŞ'ê paqij bibe, ev berxwedana dîrokî wê bidome.

Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava, têkildarî encamên civîna koordînasyonê ya li ser rewşa siyasî ya li Sûriye û herêmê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya koordînasyonê wiha ye:

"Koordînasyona Hersê Kantonên Rojava ji bo nirxandina rewşa siyasî ya li qada Sûriyeyê û Herêmê bi gîştî, di 10’ê Cotmeha 2016’an de civînek lidar xist. Ji ber berpirsyariya dîrokî ya li ser milê me, me dît ku divê nêrîna xwe ya der barê rewşa siyasî û pêşketinên li herêmê ji raya gîştî re parve bikin.

Ji roja yekemîn ku gel li Sûriyeyê rabû ser piyan, me xeta siyaseta demokratîk pejirand û şopand. Tevî hemû astengî û zextên ku derketin pêşberî me jî, me ji vê xeta xwe ya siyasî ku berjewendiyên gelên Sûriyê datîne pêşiya her tiştî, gav paş ve navêtin. Di vê oxirê me li hember hemû hêzên ku dixwestin tevna civakî ya Sûriyê û çanda wê ji hev bixin têkoşiyan û ji bo parastina gelê xwe ku her êşa desthiladariyê kişand û hîna jî dikişîne, bedelên giranbuha dan. Di vê navberê de di çarçoveya parastina yekîtiya xaka Sûriyê de me gelek proje pêşkêş kirin. Ji ber ku em bawer in ku parçekirina xaka Sûriyê dê me hemuyan bibe çarenûsên xeternak û em ê nikaribin êdî bi ti awayî li hember rawestin.

Hemû beşdarên vê civînê, teqez kirin ku projeya Federasyona Demokratîk ku me weke projeya çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş kir, ne tenê çareseriyek yekalî ye -weke hin aliyan binav kir-, ew pêwîstiyek e ku rewşa siyasî ya heyî û aloz ku welatê me tê de ye li me ferz dike.

Her wiha ji bo ku em herêmên xwe ji aloziyên kûrtir biparêzin, me herêmên xwe li gorî sîstemeke rêveberiyê ku karibin di nav de xwe ji DAIŞ biparêzin û ewlehî û aramiya xwe biparêzin birêxistin kirin.

Dîsa jî hêjayî bîr xistinê ye ku me ji destpêka aloziyê heya vê kêliyê me dixwest û hîna jî li ser daxwaza xwe ne ku, beşdarî hemû danûstandinên ku li Cenevre û civînên mîna wê dihatin lidarxistin bibin. Lê belê hêzên navneteweyî û hêzên herêmî yên girêdayî wan em jê dûr xistin û paşguh kirin. Lê tevî van jî xebatên me yên rêxistinkirina herêmên me û parastina wan bi rêya hêzên xwe yên herêmî ranewestiyan û berevajî me hîna zêdetir kirin. Lê li ber vê jî em heya niha amade ne ku ji bo nirxandin û çareserkirina aloziya Sûriyê, bi şandeyek serbixwe li gel hêzên muxalefeta Sûriyê werin ser maseya danûstandinên Cenevreyê yan jî civînên din.

Em teqez dikin ku em parçeyek û hêzek pêşeng a muxalefeta neteweyî ya demokratîk in. Me beriya şoreşê û di nav de jî li hember rejîma Sûriyê şer kir. Di vê oxirê de û ji bo guherandina rewşa siyasî ya ku li ser me hatiye ferzkirin me bedelên giranbuha jî dan. Lê belê siyasetên şovenîst ên radîkal û nedemokrat ên di nav refên muxalefetê de ku bi ti awayî hebûna me weke gel û pêkhate napejirîne hişt ku em ji karê hevbeş dûr bikevin. Dîsa jî hebûna gelek hêzên radîkal ên mîna Cebhet El-Nusra, Ehrar El-Şam û hêzên mîna wan di nav refên muxalefetê de hiştin ku muxalefet ji rêya xwe ya şoreşger dûr bikeve û bikeve xizmeta ajandeyên hêzên derve. Lewra jî em dibêjin ku, eger hêzên muxalefetê yê Koalîsyona Sûriyê helwesta xwe ya şovenîst û înkarkirina gelê me terk bike, hêzên terorîst ên radîkal ji nav refên xwe derxîne û siyasetên neteweyî yên demokratîk pêk bîne, em amade ne ku bi wan re bidin û bistînin û têkiliyan bi wan re saz bikin.

Di civînê de têkiliyên me bi welatên derdor ên mîna Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî hatin nirxandin. Di encama nîqaşan de derket holê ku, ji dema me dest bi rêvebirina herêmên xwe kiriye me rêgeza cîrantiya baş da bikaranîn. Tirkiye di nav de, me ti helwestên dijber raberî welatên cîran nekir. Her wiha tevî êrîşên dewleta Tirk dijî Bakurê Kurdistanê ku bandorek neyînî û rasterast li ser gelê me yê Kurd dikir jî lê dîsa jî me xwest rêgeza cîrantiya baş biparêzin. Sînorên me tu xeteryek ewlehî ji bo desthiladariya dewleta Tirk dernexistin. Li hember vê dewleta Tirk destdirêjî li axa me kir û rojane welatiyên me yên sivîl li ser sînoran dikuştin û ewlehiya gelê me yê li herêmên sînor dikir metirsiyê de.

Di vir de dixwazin bal bikşînin ser idîayên dewleta Tirk ku em alîkariya madî û manewî didin Partiya Karkerên Kurdistanê û perspektîfên xwe ji wir werdigirin. Ti rastiya van idîayan nîn e û ji rastiyê dûr in.

Em di rewşeke şerê li hember DAIŞ’ê de ne, û hewcedariya me bi xwe bi alîkariya madî û manewî heye. Ev jî îsbat dike ku me ti alîkarî nedaye vê partiyê. Têkiliya me ya bi PKK re weke têkiliyên bi hemû partiyên din ên Kurdî ye. Ev jî rastiya ku em hêzeke serbixwe ku biryarên xwe bi vîna meclîs û saziyên xwe digirin, xumamî nake. Hemû idîayên ku dewleta Tirk ên di vê der barê de, hewldanên têkçûyî yên dijminatiya bi me re ne, ku dixwazin tecrubeya me têk bibin û rûyê rasteqîn ê şoreşa Rojava şêlo bikin.

Şerê niha li Tirkiye diqewimin û hemû komkujiyên siyasî, çandî û bedenî ku dewleta Tirk dijî gelê Kurd pêk tîne ew ê Tirkiye bibe tinebûnê. Lewra jî em bang li hêzên navneteweyî dikin ku ji bo rawestandina vî şerê ku wê pêşeroja hemû gelên Tirkiye têk bibe, bikevin nav hewldanan û rola xwe bilîzin. Dîsa jî divê em insiyatîfekê di navbera herdu aliyan de derxînin da ku şer rawestînin û dest bi danûstandin û muzakereyan bikin. Em amade ne ku rola xwe bilîzin û ji bo dîtina çareseriyek aştiyane û demokratîk ji aloziya Tirkiyê re hemû berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih bînin.

Em dixwazin teqez bikin ku eger Tirkiye li gorî hevpeymanên navneteweyî rêzdarî nîşanî mafên cîrantiyê kir û dev ji polîtîkayên xwe yên dijîtiya gelê kurd berda, em ne li hember pêşxistina danûstandinan in.

Di vê civîna xwe de me têkiliyên Rojava bi Partiya Demokratîk a Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê jî nirxandin. Em bi hêvî bûn ku ji bo derbaskirina metirsiyên li hember herêmê, Herêma Kurdistanê ji Rojava re bibûya rêya çareserî û alîkarîdayînê. Lê belê tevî hemû pêkanînên dijî mafên biratiyê yên di navbera me de jî, me ti carî hewldanên avakirina têkiliyên ku bikevin xizmeta yekîtiya gel û doza me de ranewestandin. Lê belê PDK’ê dorpêç li ser herêmê ferz kir û bi vê yekê re armanc kir ku gelê me birçî bike û herêmê vala bike. Her wiha dest werdida karûbarên me yên hundirîn. Vê jî yekser bandorek neyînî li ser têkilyên me çêdikirin.

Me berê jî gotibû û em dîsa jî dubare dikin ku em weke gelekî xwedî çarenûsek hevpar, divê ku em li hember metirsiyên li pêşiya xwe pevre rawestin. Riya tekane ya pêkanîna vê jî yekîtiya netewî ya demokratîk e. ev jî ancax dikare bi riya Kongreya Netewî ku wê îradeya siyasî ya gelê me bike yek, pêk were. Em bawer in ku nakokiyên Kurdî-Kurdî bi tenê xizmete dijminên gelê me dikin. Lewra jî eger PDK û partiyên girêdayî wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qebûl kirin, em dikarin têkilyên xwe bi wan re jî pêş bixin.

Di dawiyê de dixwazin bibîr bixin ku, herêmên me di nav 6 salên burî veguherîn kelên dîrokî yên berxwedana li hember dijminên mirovahiyê yên weke DAIŞ û Cebhet El-Nusra û ew ê heya rizgarkirina Reqa û Bab di nav de, tevahî xaka Sûriyê ji gefên DAIŞ’ê wiha bidome. Lewra jî em ji hemû cîhanê re îlan dikin ku em ê heya ewlehî û aramiya gelê xwe misoger bikin, têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku ev berxwedan wê ne hesan û ji rêzê be û ew ê gelek metirsiyên mezin li pêşiya me bin. Di heman demê de em dizanin ku firsetên dîrokî li pêşberî me ne û ji bilî meşa bi bawer û bihêz ber bi armancên xwe ve, ti rê li pêşiya me nînin."