BI DÎMEN

Dîmenê çalakiya sabotajê hate weşandin

Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Geverê li dijî wesayîta zirxî hat lidarxistin, weşand. Di daxuyaniya li ser çalakiyê de hatibû ragihandin, ev wesayît hatiye rûxandin û 6 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vê çalakiyê ev daxuyanî dabû:

"Roja 3'ê Cotmehê saet di 07:30 de, konvoyeke leşkerî ya ji wesayîtên zirxî pêk dihat, ji navçeya Geverê ber bi qereqola Oremarê ve diçû. Li herêma navbera gundên Bendêreşê û Serangil ên Geliyê Dostkiyê, hêzên me li dijî yek ji van wesayîtên zirxî çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiya li vir de wesayîta zirxî bi temamî rûxiya û 6 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê danîn û demeke kurt li operasyon hat meşandin. Di dema operasyonê de artêşa TC mirî û birîndarên xwe rakir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li Mergêzerê şehîd bûn, hat lidarxistin."