Li 14 gundên Amedê derketina derve hat qedexekirin
Li 14 gundên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê derketina derve hat qedexekirin.
Li 14 gundên Licê, Hezro û Karaz ên Amedê derketina derve hat qedexekirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Tirk de hat ragihandin, ku li gundên Sîsê, Cinêzûr, Firdeys, Nenyas, Licok, Zeng, Kerwes, Mişirf, Entax û Kayacix ên Lîcê, li gundên Helhel û Qenderhel ên Hezro, li gundên Benê û Resileyn ên Karazê ji saet 05:00 ê 17'ê Cotmehê heta fermaneke duyemîn derketina derve hatiye qedexekirin.