KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Parêzeran bal kişandin ser tecrîdê û qetlîama Cizîrê
Hiqûqnasên ku di Desteya Giştî ya Baroya Stenbolê de Parêzerên Nûjen Azadîxwaz destek kirin, bi dowîz û pankartan ve bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên li ser Cizîrê û her wiha Tahîr Elçî jî ji bîr nekirin. -
Li Kerkûkê şer ji nû ve dest pê kir
Li taxên bakur ê li navenda Kerkûkê û gunde Mahmûdiyê yê di navbera çeteyên DAÎŞ’ê û hêzên Asayişê de şer ji nû ve dest pê kir. -
Balafiran li Daqoqê xistin: 15 mirî 50 birîndar
Li navenda Kerkûkê duh çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî gelek deveran kirin, di êrîşa balafiran de ku bi ser navçeya Daqoqê li dar xistin, 15 sivîl hatin kuştin. -
KCK: Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedan!
KCK’ê diyar kir ku dewleta Tirk li her derê dijminahiya Kurdan dike û got; “Divê tevahî Kurd û hêzên demokrasiyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedanê bi pê bixe; Kurdên li her deverên cihanî jî ji bo destekkirinê rabin ser piyan.” -
Kuştina Esat Oktay Yildiran: Slavên Laz Kemal hene
Sal 1980 rojek payizê. 12 Îlonê serê sibê seat 4. Di kolanên hemû bajarên Tirkiyê de dengê Tanq û leşker, di radyo û di Televizyonan de jî dengê sirûd û daxuyaniyên darbeya leşkerî bilind dibûn… -
Şervanê YPS’ê Bûdak bi dirûşmeyan hat veşartin
Şervanê YPS’ê Dogan Bûdak bi dirûşmeyên “Ey Şehîd Xwîna Te Li Erdê Namîne” û “Şehîd Namirin” hat veşartin. -
Li derdora bajarokê Şêx Îsa şerê giran diqewime; Gelek çete hatin kuştin
Li derdora bajarokê Şêx Îsa di navbera Hêzên Şoreşger û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de şerê dijwar rû dide. -
Artêşa Tirk li sînorê Efrînê tankan bi cih dike
Li herêma Şehbayê şer bi dijwarî dewam dike, artêşa Tirk tankan vediguhezîne sînorê Efrînê. Her wiha li sînor pêgerên hewayî yên keşfê digerin. -
Şervanê YPS’ê Zafer Adiyaman li gundê xwe hat veşartin
Şervanê YPS’ê Zafer Adiyaman ê ku 5’ê Cotmehê di şerê Wanê de jiyana xwe ji dest da, li Amedê bi merasîmekê hat veşartin. -
Çeteyên El Zenkî Efrînê bombe dikin
Çeteyên Nûreddîn El Zenkî yên girêdayî SÛK’ê, navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran dikin. -
Çeteyên Sultan Murad ketin kemîna hêzên şoreşger
Şervanên hêzên şoreşger li ber çeteyên Sultan Murad kemîn danîn. 9 çete hatin kuştin û 2 wesayîtên wan hatin ruxandin. -
Bayik: Ên ku şer ji rêzê, edetê derxistin wê encamên wê jî ragirin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik: Li dijî dewleteke wiha helbet ciwan jî, jin jî wê bibin fedaî. Li dijî zalimekî wiha hemû Kurd dikarin xwe bikin bombe û biteqînin. Ên ku şer wiha ji edetê derxistine wê encamên wê jî ragirin. -
Balafirên şer li çeperên pêşmergeyan da
Balafirên şer, çeperên pêşmergeyan ên li başûrê Kerkûkê bombe kriin. Di êrîşê de ku saet nêzî 17.10’an pêk hat, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da, 5 pêşmerge jî birîndar bûn. -
Fermandarê Gerîla yê Kerkûkê: Em ê parastina gelê xwe bidomînin
Ji Fermandarên Gerîla yê Eniya Kerkûkê Cûdî Şoreş diyar kir ku wê li her derê wezîfeya parastina gelê xwe bi cih bînin, got îro li dijî êrîşan bi pêşmergeyan re di parastin û şer de cih girtine. -
Li Kerkûkê otela ku çeteyan xwe bi cih kiribûn hat paqijkirin
Otel Kerkûk a ku li navenda Kerkûkê çeteyên DAÎŞ’ê xwe tê de bi cih kiribûn, ji hêla gerîla û pêşmergeyan hat paqijkirin. -
Mexmûriyên ji dorpêça DAÎŞ’ê rizgar bûn ji ANF’ê re axivîn
Mexmûriyên ku di dorpêça çeteyên DAÎŞ’ê de man û bi operasyonek hevpar a gerîla û pêşmergeyan hatin rizgarkirin gotin; “Me telefonî gerîla kir û li benda rizgarkirinê man. Piştre bi operasyona hevpar a gerîla û pêşmergeyan em hatin rizgarkirin.” -
Balafiran li navenda Kerkûkê li çeteyan dan
Avahiyek Kreşê ya ku li navenda bajarê Kerkûkê ji hêla çeteyên DAÎŞ’ê hatibû dagirkirin, bi balafirên şer ên girêdayî koalîsyona navneteweyî hat bombekirin. -
YPG’ê nasnameyên 3 têkoşeran eşkere kir
Navenda Ragihandina YPG’ê nasnameyên 3 şervanên xwe ku di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir. -
Ebû Erac: Wê hêzên me bersiva tevahî êrîşan bidiyê
Cîgirê Fermandarê Ceyş El-Siwar Ehmed El- Sûltan (Ebû Erac) diyar kir ku wê hêzên wan bersiva tevahî êrîşên çeteyan bidiyê. -
48 leşker, 4 kontra hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de 48 leşker, 4 kontra hatin kuştin, her wiha 6 leşker jî birîndar bûn. Di şer de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. -
Artêşa Tirk 60 fûzeyên Gradê avêtin Şehbayê
Artêşa Tirk a dagirker, 60 fûzeyên Gradê avêt gundên li herêma Şehbayê. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Bestayê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li Berê Bira ya li herêma Bestayê, ku di 14'ê Îlonê de hat lidarxistin weşand. -
20 Mexmûriyên li Kerkûkê ji destê çeteyan hatin rizgarkirin
20 Mexmûriyên di şerê li Kerkûkê de asê ma bûn, ji aliyê hêzên gerîla û pêşmergeyan ve hatin rizgarkirin. -
Li Kerkûkê operasyona hevpar a gerîla û pêşmergeyan
Hêzên gerîla û pêşmergeyan operasyoneke hevpar li gundê Qeretepeyê pêk anîn û di encamê de gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. -
Artêşa Tirk gundê Hesiyê yê Şehbayê bombebaran dike
Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Hesiyê bomebaran dikin. Di heman demê de, top li bajarokê Şêx Îsa tên barandin.