KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Rihayê tirsa polîsan a ji cenaze
Polîs ji konê sersaxi û merasîma cenazeyê gerîlaya HPG’ê Sûltan Ozturk tirsiya. -
Nasnameyên 9 gerîlayan hatin ragihandin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 9 gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane ragihand. -
HPG’ê têkîldarî çalakî û operasyonan daxuyanî da
Çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê dewam dikin, operasyonên artêşa Tirk jî didomin. -
YPG’ê nasameya şervanekî xwe eşkere kir
YPG’ê, nasnameya şervanekî xwe yên ku Silûkê di encama teqîna mayînê de jiyana xwe ji dest dabû eşkere kir. -
Gelê Kurd zaroyên xwe bi dirûşman spart axa welêt
Gelê Kurd, 8 gerîlayên li bejahiya Dersîmê jiyana xwe ji dest da, li Amedê spart axê. -
Şervanên Cebhet El Ekrad: Dewleta Tirk nikare me vegerîne
Şervanên Cephet El Ekrad destnîşan kirin, ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî êrîşên dewleta Tirk mezin bikin. -
Çete topan davêjin gundên Efrînê
Çeteyên qaşo koalîsyona neteweyî ya Sûrî êrîşî gundên Qetma, Qestel Cîndo, Merenaz û Malîkiyê yên Efrînê dikin. -
'Weke artêşa fedayî em ê hesab ji dijmin bipirsin'
Li dijî dagirkeriya Tirk, gerîlayên PKK'ê çalakiyên xwe yên bi rêbaza fedayî didomînin. Dîmenên beriya çalakiyê yên Kamîl Çelebî bi nasnav Çekdar Mahîr Serbest ê li Elezîzê di 18'ê Tebaxa 2016'an de çalakî pêk anî, di Gerîla TV de hatin weşandin. -
Artêşa Tirk ciwanekî din kuşt
Artêşa Tirk li ser sînor ciwanê bi navê Elî Temî kuşt. -
Gerîlayên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan, tên veşartin
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Sefkan Dersîm, Şiyar Dersîm û Roza Hêlîn ên li Dersîmê jiyana xwe ji dest dan tên veşartin. -
Çakir ê bi guleya polîsan birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Iyeç Çakir ê li Wanê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. -
Gundên Um Hoş û Hesiyê tên bombebarankirin
Gundên Um Hoş û Hesiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên giredayê wê ve tên bombarankirin. -
Pêngava gengaz a rizgarkirina Babê û encamên gengaz ên serketina Babê
Meclîsa Leşkerî ya Babê, ku di meha Tebaxê de hat ragihandin, li ser daxwaza gelê Babê û derdora wê ava bû. Pêngava rizgarkirina Babê ji bo pêkhateyên Meclîsa Leşkerî ya Babê yekemîn pêngava krîtîk û tecrûbeya stratejîk e. -
Aycan Îrmez: Gelê Şirnexê bi tenê nehêlin, piştgiriyê bidin
Parlamentera HDP'ê Îrmez diyar kir, dewlet dixwaze Şirnexiyên li binê konan koçber bike û anî ziman, dewletê gefa 'şewitandinê' li Şirnexiyên li binê konan xwariye. Îrmez bang li her kesî kir ku li dora Şirnexiyan li hev bicivin. -
Êzîdxan siberoja xwe perwerde dike
Mamoste û ciwanên Êzîdxanê, zarokên siberoja Şengalê li dibistanên bi zimanê dayikê perwerde dikin. -
Nûçegihanê DÎHA'yê Sayilgan hate girtin
Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) Îdrîs Sayilgan jî di nav de 5 kes hatin girtin. -
Onlu: Ya ku zerarê dide dikandaran Rewşa Awarte ye
Parlamenterê HDP'ê Onlu da xuyakirin, ku girtina derabeyan bandoreke neyînî li dikandarên li Dersîmê nake û got, "Ya dikandaran têk dibe, pêkanînên Rewşa Awarte yên dewletê ye." -
Polîsên Tirk avêtin ser avahiya DBP’ê ya Bajarê Dersîmê
Polîsên Tirk bi ser avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Dersîmê de girtin. Lêgerîna li avahiyê didome. -
Çete û artêşa Tirk Til Rifatê bombe dikin
Çete û artêşa Tirk bajarokê Til Rifat (Arfêd), gundê Hesiye û Bendava Şehbayê bi hewan, obus û katyûşayan bombe dikin. -
Bîlançoya êrîşa Kerkûkê hat ragihandin
Di êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya Kerkûkê de ku roja Înê pêk hatibû, 74 çeteyên DAÎŞ’ê hatin bêbandorkirin, zêdetirî 30 pêşmerge, endamên asayîşê û sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Gerîlayê HPG'ê Kaya hate definkirin
Gerilayê HPG'ê Remzî Kaya yê ku di 20'ê Cotmehê de li Bazîdê jiyana xwe ji dest dabû li Amedê hate definkirin. -
Polîsan li Cizîrê zarokê 5 salî qetil kirin
Li Cizîrê wesayita zirxî ya polîsan li zarokê 5 salî Hakan Sarak xist û qetil kir. -
Yuksek: Divê hemû saziyên me weke rêxistinekî kar bikin
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Yukesk diyar kir ku polîtîkayên zextê yên AKP di meşînin ji bo wan hinceta bilindkirina têkoşînê ye û wiha got: “Divê di nava yekîtî û hevpariyê de bin. Êdî dem dem ku hemû saziyên me mîna rêxistinekî kar bikin.” -
Li Nisêbînê gel têl rakirin
Têlên ku li derdora Taxa Kanîka ya ku qedexeya li Nisêbînê dewam dike hatin rakirin. -
Ji gundê cerdevanan qeyûm hat wezîfedarkirin
Li şûna 2 endamên DBP’î ya Meclîsa Şaredariya Pasûrê, ji gundê cerdevanan qeyûm hat tayînkirin.